BASIL REŞÎD/AZAD SEFO / ANHA/HESEKÊ

Nerazîbûna li dijî gefxwarinên dewleta Tirk yên beramberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Şêniyên herêma Serêkaniyê ya girêdayî kantona Hesekê konê mertalên zindî li ser sînor vedane û bi israr çalakiya xwe dawam dikin.

Şêniyên ku beşdarî çalakiyê bûnê li ser dagirkeriya dewleta Tirk peyivîn û nerazîbûna xwe anîn ziman. Çalakvanê bi navê Recaa Newaf Mihemed peyivî û got: “Piştî gefên dewleta Tirk yên dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ez beşdarî konê çalakiyê bûm. Dewleta Tirk bi rêya gefxwarinên xwe hewl dide careke din çeteyên DAIŞ`ê vegerîne. Em wek jin dagirkeriyê li ser xaka xwe qebûl nakin û lehengiya şehîdên me vala naçe, em ê heta dawî destkeftiyên xwe biparêzin.”

Em destûr nadin Efrîn dubare bibe

Şêniyê bi navê Hemîd Şêxmûs jî got; ”Dewleta Tirk di dîrokê de bi hezaran Kurd, Suryan û Tirkmen qetil kirin. Em hatin konê çalakiyê da ku li pêşiya van êrişên ku qirkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef, bisekinînin. Dewleta Tirk li Efrînê rojane kiryarên dij mirovî dike. Em ê destûrê nedin ku rewşeke mîna ya Efrîn dubare bibe.”

Çarenûsa wan binketin e

Şêniyê bi navê Ebdullezîz Yûsif El-Elêwî jî gefên Tirkiyê red kirin û got: “Ji bo bersivdana Erdogan û gefên wî em hatin vir, em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yek in û kes nikare me têk bibe. Em li dijî Erdogan, tang û topên wî hatin vir û bûn mertalên zindî, Erdogan Sûrî rûxand, wî komên çete mîna DAIŞ şandin û hefadiya wan kir da ku welêt xerab bikin. QSD`ê bersiv da û DAIŞ têk bir, ev li wan pir giran hat, ji ber vê yekê Erdogan dixwaze tevî artêşa xwe derbas bibe, lê çarenûsa wan binketin e.”