Xelk dibêje, em sala 2003´yan ji dîktatorekî xilas bûn, niha bi sedan dîktatorên me çêbûn. Bi sedan siyasetvan bi gendeliyê bûne û ne demokratîk in. Ji ber wê xelk daket kolanan.

 Mixabin hikûmeta Başûr di warê tepisandina xwepêşandanan de timî destek daye hikûmeta navendî. Wekî din jî peywendiyên serokwezîrê îstîfakirî yê Iraqê bi Kurdan re baş bûn.

Ji nû ve organîzekirina protestoyan li Başûr dem jê re divê. Ez jê piştrast im, ku ew ê ji nû ve bê organîzekirin, nexasim heger hikûmeta nû guhertina ku wê soza wê dayî, nebe serî.

LUQMAN GULDIVÊ

Rojnamevan Kemal Çomanî li ser xwepêşandanên li Iraqê peyivî û got, ew ên xelkê ne û ji bo xelkê ne. Li gorî Çomanî yê ku weke lêkolînerekî ji derve yê Înstîtuya Tehrîr ji bo Siyaseta Rojhilata Navîn jî kar dike, xelkê Kurdistanê destekê dide xwepêşandanan, lê rêveberên hikûmetê nadin. Ew dibêje xwepêşandan êdî guhertinan bi xwe re tînin û mirov dikare navê şoreşekê jî li wan bike. Ji bo destwerdana ji derve, ew dibêje, li Iraqê ji derve ve destwerdana Îran û DYE´yê heye û DYE niha ji ber ku ji hikûmeta nû nerazî ye, ji xwepêşandanan razî ye û dibe ku yekser yan jî ne yekser destekê dide wan.

Kemal Çomanî xwepêşandanên heyî wiha terîf dike: “Miletê Iraqê ev demeke dirêj e xwepêşandanan dike. Piştî 2003´yê wî şensek da hikûmeta nû. Lê piştre şideta sekter a li Iraqê dest pê kir. Sala 2010´ê şideta sekter ji holê rabûbû, lê hikûmetê sala 2011´ê îtaetnekirina sivîl û û raperîna Suniyan bi temamî tepisand. Ji 2014´an heta bi 2017´an ji ber DAIŞ´ê protesto nebûn. Lê piştî hingê sala 2018´an hilbijartin çêbûn. Xelkê hêvî dikir hikûmeta nû reformên rastî û guhertinan bike. Rewşa xelkê Iraqê bi rastî dijwar e. Hema hema 23 ji sedî yê xelkê xizan in. Bê karî gelek e. 17 ji sedî yên mêrên ciwan û 27 ji sedî yê jinên ciwan bê kar in. Nifşê nû yên hema beriya 2003´yê yan jî li dewrûbera wê hatiye dinê bêhtir e 40 ji sedî yê serjimara Iraqê. Ev nifş bi zilm û dîktatoriya Baesê ya beriya 2003´yan nizane. Tişta ku tê bîra wî gendelî, qirêjî, qaçaxiya pere, şer, bertîlxwurî, şideta sekter û her xirabiya hikûmeta Iraqê ya ji 2003´yan ve ye. Ew êdî of bûne ji siyaseta heyî. Ew guhertineke bi rastî dixwazin.”

   

Dîktatorek çû sed hatin

Li ser pirsa ka ev xwepêşandan tesîrekê dikin yan na jî, Kemal Çomanî wiha li me vedigerîne: “Ev xwepêşandan bi rastî guhertinekê dikin. Heta ew şoreşek e. Ev serîrakirineke li hemberî sîstemê ye. Ew wisa hîs dikin ku ev sîstem ne ya wan e. Ji xwe ji ber vê, ew beşdarî hilbijartinên beriya niha nebûbûn. Ji ber ku elîta siyasî bertîlxwur e û bi gendeliyê bûye. Aboriya Iraqê xwe disipêre neftê. Kî ji firotina wê sûdê werdigire? Elîta siyasî, hêzên mîlîs, partiyên siyasî, malbatên siyasî; ew ên ku ji 2003´yan ve desthilat in. Xelk dibêje, em sala 2003´yan ji dîktatorekî xilas bûn, niha bi sedan dîktatorên me çêbûn. Bi sedan siyasetvan bi gendeliyê bûne û ne demokratîk in. Ji ber wê xelk daket kolanan, ew dixwazin tevahiya hikûmetê ji nû ve bê çêkirin, ew hilbijartinên nû dixwazin, ew hin guhertinên destûrî dixwazin û dixwazin hikûmeteke nû ji bo herkesî bê avakirin. Ji ber ku ya heyî tenê ya elîteke siyasî ye ku ji 2003´yan desthilat e.”

Lîder û navên mezin nînin

Li gorî Çomanî lîderiyeke darî çav ya xwepêşandanan û tevgera protestoyî li Iraqê nîne: “Ev cara yekê ye ku xwepêşandan ên xelkê ne û ji bo xelkê ne. Ti lîderiya wan û navên mezin ên pêşeng jî nînin. Hin partiyên siyasî bibêjin ew pişta protestoyan digirin jî, tevger a xelkê ye. Helbet destwerdanên ji derve hene li Iraqê, nexasim yên Îran û DYE´yê. Emerîkî difikirin, wan Iraq azad kiriye, wan bi trîlyonan dolar mesref lê kiriye, bi trîlyonan dolar jî wan li şerê li dijî DAIŞ´ê xerc kiriye. Lê kê sûd jê wergirt, li gorî wan Îranê. Niha Emerîkiyan hin şert dan ber hikûmeta Iraqê, jihevdexistina milîsên Iraqê, yanî Heşdî Şebî. Wekî din, ew naxwazin xêra aborî ya Iraqê ji Çînê, Rûsya û Îranê re biçe. Ew ji ber vê ne razî bûn ji hikûmeta nû. Ji ber wê, yekser yan jî ne yekser wan pişta protestoyan girt. Lê sedema rastî ev e; xizmet nînin, binesazî nîne, ji bo jinûveavakirina Iraqê trîlyonek dolar divê. Berê Iraqê têra xwe dikir, xasma di warê çandiniyê de. Niha xelkê gundewaran li bajaran in û ji hikûmetê nehat xizmeta wan bike. Ji ber wê kî destekê ji derve bide jî, xwepêşandan ên xelkê ne û ji bo xelkê ne.”

Ji bo destpêkê nedîtina xwepêşandanan di çapemeniya cihanê de jî Kemal Çomanî dibêje, “Çapemeniya cihanê xwepêşandan zêde nedîtin. Sedemên vê hene. Sedema yekê ev ne tiştekî nû bû ku di xwepêşandanên li Rojhilata Navîn de xelk bê kuştin. Wekî din xwepêşandan li Libnanê û Îranê jî hebûn. Gelek mijar hebûn yên weke Sûrî û Yemenê. Kesî nedizanî xwepêşandan ev qasî xurt in. Kesî nedizanî wê Sîstanî ev qasî xurt destekê bide wan. Wekî din kesî nedizanî ku hikûmeta Iraqê wê beramberî xwepêşanderan evqasî qels be. Gelek kes jî ji bo hikûmeta nû gelekî xweşbîn bûn. Ji ber wê, wan nexwest gelekî li ser protestoyên li Iraqê binivîsin. Lê niha çapemenî baş cih dide wan.”

Kurd destekê didin hikûmeta wan nade

Ji bo desteka Kurdên Başûr a ji bo xwepêşandanan jî ew van agahiyan dide: “Herçî Kurd in û miletên din ên weke Ermenî, Êzîdî, Asûrî û hemû miletên din ên Iraqê jî destekê didin xwepêşandanan. Ji ber ku tişta xwepêşandan dixwazin, tişta ew jî dixwazin e û di nava wan de Kurd jî hene. Miletê Kurd li Başûr gelekî destekê didin xwepêşandanan. Ji ber ku ew difikirin her guhertina demokratîk û baş a di siyaseta Iraqê de wê yekser bi awayekî baş tesîrê li herêma wan jî bike. Ew dixwazin hikûmeta Iraqê demokratîk be da ku hikûmeta Kurd a Başûr jî nikaribe bêhtir zextê û zilmê li xwepêşanderên Kurd bike. Dîsa jî hin kes dibêjin, çima xwepêşandan nînin li Kurdistanê. Sedem gelek in. Ya pêşî Kurdan berê xwepêşandan li dar xistin; sala 2006´ê, 2007´ê, 2011´ê, 2017´ê. Mirov jî hatin kuştin. Xelkê ew civaka sivîl ya heyî ji dest da. Û êdî ew desteka ji bo xwepêşandanan jî di nava xelkê de nema. Xelk ji hikûmeta Başûr ditirse, xasma di serdema Mesûd Barzanî de ev wisa bû. Ya diduyê jî ew e ku Mesrûr Barzanî soz da ku ew ê hin guhertinan bike. Xelk danekeve kolanan jî li Kurdistanê xelk pişta protestoyan digire. Ji ber tirsê û zextê li Hewlêrê xwepêşandan ne mumkin in. Lê deverên din wê nikaribin guhertinê bi xwe re bînin. Hin komên Kurd çûn Bexdayê û destek dan xwepêşandanan. Li ser medya civakî jî destekeke pirr mezin hebû ji bo xwepêşandan.”

Li ser daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî ya destekkirina hikûmetê li dijî xwepêşandanan jî, Çomanî dibêje, “Mixabin hikûmeta Başûr di warê tepisandina xwepêşandanan de timî destek daye hikûmeta navendî. Wekî din jî peywendiyên serokwezîrê îstîfakirî yê Iraqê Ebdulmehdî bi Kurdan re baş bûn. Rêveberiya Başûr destekê nade xwepêşandanan. Herçî Dr. Berhem Salih bû yanî serokkomarê Iraqê yê Kurd, wî bi rengekî karî pirekê bi xwepêşanderan re çêke û bi rengekî jî wî destek da wan. Ez bawer nakim malbata Barzanî biçe ser vê xeta Berhem Salih. Wekî din bi ya min Îran zextê li aliyên Kurd dike ji bo destekê nedin xwepêşandanan.

Wekî din li Başûrê Kurdistanê xelk pirr westiyaye ji xwepêşandanan. Nexasim jî of bûye ji ber Tevgera Gorran ku muxalefeta sereke bû niha di hikûmetê de cihê xwe digire. Çapemeniya PDK û YNK´ê jî gelek propaganda kir, got, destketiyên Kurdan dikevin tehlûkeyê, di nava xwepêşanderan de şovenîst hene û filan û bêvan. Vê jî hinek tesîr kir. Û jixwe ji nû ve organîzekirina protestoyan jî dem jê re divê. Ez jê piştrast im, ku ew ê ji nû ve bê organîzekirin, nexasim jî heger hikûmeta nû guhertina ku wê soza wê dayî, nebe serî.