ROZANA DADO / ANHA / HELEB
Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz û bi hezaran berxwedêrên li hepsên Tirkiyeyê û ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a Helebê, çalakiya konvedanê kir. Çalakî bi dirûşma “Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û neteweya demokratîk ava bikin” li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan pêk hat.
Peyama xurtkirina têkoşînê dan
Konê çalakiyê bi wêneyên çalakgerên grevên birçîbûnê, hatiye xemilandin. Beşdarên çalakiyê ji tevahiya pêkhateyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye rojê 24 saetan nobetdariya çalakiyê dikin û cilên ku wêneyên Ocalan li ser in, li xwe dikin. Di çalakiya konvedanê de ji hêla nûnerên Kongreya Star, çalakgerên kon, şandeyên komin, meclis, saziyên sivîl û partiyên siyasî ve axaftin hatin kirin û peyama xurtkirina têkoşînê da.
Endama rêveber a Kongreya Star Hêvîn Silêman li ser armanca çalakiyê peyivî û got, “Em piştgiriya parlamenter Leyla Guven û hevalên wê yên li hundir û derveyî welêt û hepsan dikin. Jinên Kurd mîna Leyla Qasim, Leyla Şaylemez û Leyla Guven îsbat kir ku ew çirûskên şoreşa li dijî dijminan in. Em soz didin ku heta daxwazên berxwedêran pêk bên, berxwedana me jî dewam bike.”