Hevseroka KCD´ê Leyla Guven a girtî û ev 7 roj in di greva birçîbûnê de, xwest ji bo çareseriyê tecrîdkirina Ocalan betal bibe û got, “Heta parêzer û malbat biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, ez ê çalakiya xwe dewam bikim.”

Parlamentera HDP'ê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku îro roja 7´an e, di greva birçîbûnê de ye, got, "Heta Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike, ez ê çalakiya xwe dewam bikim."

Siyasetvana Kurd Leyla Guven bi rêya nameyan bersiv da pirsan.

Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku li dijî operasyona li dijî Efrînê nerazîbûna xwe anî ziman û di 31'ê Çile de hat girtin, hê jî girtî ye. Guven ligel ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de bû wekîl, dîsa nehat berdan û girtî tê dadgehkirin. Guven, di rûniştina 3'emîn a Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn de kelepçe red kir û hazir nebû. Guven bi rêya SEGBİS'ê beşdar bû û got, dadgeh li gorî edaletê tev nagere. Guven wekî din got, ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, wê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiriye. Guven ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pirsan. Wê ji bo ragirtina xwe got, "Azadiya îfadeyê û azadiya ramanê sûc dibînin. Ji ber vê yekê biryara dadgehê siyasî ye. Ne hiqûqî ye. Piştî wekîlê CHP'ê Enis Berberoglu hat berdan, ez dîsa nehatim berdan. Di darbeya 4'ê mijdarê de wekîl û parlamenter tev hatibûn hilbijartin. Şaredar bi vîna gel hatibûn hilbijartin. Ez niha hê jî girtî me. Hevşaredarên din jî hê jî girtî ne."

Li girtiyên nexweş jî kelepçeyê ferz dikin

Guven ferzkirin kelepçê ya dema birina rûniştinên dozê jî wiha rave kir: "Kelepçe li hemû hevalên me yên hilbijartî ferz kirin. Kelepçe li girtiyên nexweş jî ferz kirin. Ev nayê qebûlkirin. Li aliyê din, ji ber ku em dixwazin bi dadger re rû bi rû parastinê bikin, em pêkanina SEGBİS'ê jî qebûl nakin. Niha dozên min li Wan, Êlih, Edene, Riha, Sêrt û Mêrdînê heye. Berê jî 5 salan li Zindana Amedê mam. Ev der cihê berxwedanê ye."

Ji bo şerî tecrîd kirin 

Guven elaqedarî siyaseta şer a dewleta Tirk û tecrîdkirina Ocalan de jî got, "Birêz Ocalan di mijara çareseriyê de tekane aktor bû. Her kesî ev qebûl dikir. Lê mixabin polîtîkaya AKP’ê ya yekperest û şerxwaz dawî li pêvajoya çareseriyê anî. Welatê me careke din xist nava şer û gola xwînê. Tecrîdkirina Birêz Ocalan piştî vê serdema şer dest pê kir. Ne parêzer û ne jî malbat dikarin pê re hevdîtinê bikin. Çareseriya pirsgirêkan hat fêmkirin. Xwediyê hewldanan ji bo careke din bikeve dewrê, lazim e tecrîdkirina Birêz Ocalan demildest bê rakirin û şertên wî bên başkirin."

Heta hevdîtin pêk bên

Guven ji hemû hêz û derdorên demokratîk xwest bi berpirsyariya xwe rabin û got, "Di şexsê birêz Ocalan de gelê Kurd hemû tê tecrîdkirin. Ev tecrîd ne mirovî û exlaqî ye. Ez amade me ku her cûre erka xwe bi cih bînim ji bo pêkanîna aştiya civakî. Min bi vîna xwe ya azad dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Heta parêzer û malbat biçin bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikin, ez ê çalakiya xwe dewam bikim."

 

AMED

 
 

Em piştgirên Leylayê ne

   

Wekîla Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan ji bo Leyla Guven a ku li dijî tecrîdkirina Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kir, banga piştevaniyê kir.

Fatma Kurtulan di civîna çapemeniyê ya li Meclîsa Tirk de îşaret bi dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê jî kir û got, mirov li Efrînê bi trajediyeke mezin re rûbirû ne. Kurtulan anî ziman ku li gor îdayên tên kirin li Efrînê heta bi navên kolanan jî kirine Tirkî û çeteyên dewleta Tirk hîna nû jineke 80 salî fetisandiye.

Dayika Sîsê ji bîr nekir

Kurtulan ji bo rewşa Sîsê Bîngol jî wiha peyivî: “Me rewşa Sîsê Bîngol gelek caran anî ziman û me xwest ku em di lijneya giştî de bikin rojevê. Pêşnûmeya ku me ji bo girtiyên nexweş da, ji aliyê AKP’ê ve bi hinceta, ‘ev mijar tê îstîsmarkirin’, hat redkirin. Dayika Sîsê êdî bi navê neviyên xwe jî nema dizane. Piştî ku ji ber pirsgirêkên wê yên tendirustiyê ew birin nexweşxaneyê, çima careke din vegerandin girtîgehê?”

Leyla ya rast dike

Ji bo Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP´ê ya Colemêrgê Leyla Guven jî Fatma Kurtulan got, ew girtî ye û wiha dewam kir: “Leyla Guven niha di greva birçîbûnê de ye, Leyla  got, ‘Ez difikirim ku tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan aştiya Tirkiyeyê tehdît dike û ez vê tecrîdê şermezar dikim’.  Em jî dibêjin ku helwêsta Leylayê di cih de ye. Em li gel Leyla Guven in û piştgirên wê ne.”