Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de, di roja 19’an de bi biryardarî dewam dike.
15’ê Kanûna 2018’an korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku di dema fermana 2014’an de ji aliyê şervanên YPG/YPJ´ê ve hatibû vekirin, ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin. Paşê li ser nerazîbûnên tund ên gelên Şengalê, hikûmet neçar mabû ku bi awayeke fiîlî korîdorê veke. Hingê rayedarên hikûmetê soz dabû Şengaliyan ku korîdor wê vekirî bimîne. Lê piştî demekê, careke din korîdor bi temamî li ser Şengaliyan hate girtin.
Ji bo korîdor were vekirin û bi fermî were qebûl kirin, di 24’ê Çile de çalakiya konvedanê li ber korîdorê hate destpêkirin. Çalakiya nobetê ya Şengaliyan a ji bo vekirina korîdora di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de, di roja xwe ya 19’an de ye û bi biryardarî li ser sînor didome.
Di korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ji bilî pêwîstiyên nexweşxaneyê û dermankirina nexweşan, dîlên ku ji aliyê QSD’ê ve ji DAIŞ´ê dihatin rizgarkirin jî derbasî Şengalê dibûn.
Tevî ku xelkê Şengalê sînorê di navbera Şengal û Rojavakê Kurdistanê ji xwe re wek rêya nefes stendinê bi nav dike jî, ev 19 roj in deriyê sînor girtiye û her roj gel li ber deriyê sînor li ser piyan e.