Li bajarê Elmanyayê Hildesheimê ji bo ku tecrîd were protestokirin û xwedîderketina li berxwedana greva birçîbûnê meşek hate kirin. Di çalakiya bi pêşengiya Komuna Jinan a Şehîd Meryem û saziyên herêma Salzgitterê de, gelek jin amade bûn.

Di çalakiyê de wêneyên şoreşgerên ku li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakiyên fedaî kirin, hatin hildan.

Di çalakiyê de siyasetvana Kurd Leyla Bîrlîk axivî û got, ‘’Hevalên me yên li zindanan bi berxwedana xwe ya ku bi bedena xwe dikin, peyaman didin me. Bûne fedayiyên vê rêyê. Mazlûm Dogan jî bi sê darikên niftikê ev peyam dabû me’’. Bîrlîk got, ‘’tecrîd neqede zilm wê bidome.’’

Piştî axaftinan navên kesên ku di greva birçîbûnê de hate gotin û her wiha çend roj in ku di grevê de ne, hatin gotin.

Her wiha Hevberdevkê federasyona Kurdistaniyên li Bakurê Elmanyayê, Letîf Karakaş jî got, peywira wan a herî mezin ew e ku li çalakiyan xwedî derkevin.

Di çalakiyê de hate gotin, 6 mehan ji duşemê heta înê her roj di navbeyna saet 17.00-19.00’an de li ber dêra Jakobî wê çalakiya konvedanê hebe, û bang li xelkê Hildesheimê hate kirin beşdarî çalakyê bibe.

Rojnameyên cihî Hildesheimer Allgemeine Zeitung û Kehrwieder am Sonntag jî cih ji çalakiyê re veqetandin.

 

ANF / HILDESHEIM