Bi Xezebat Firatê re gundewarên Reqayê herroj bêhtir ji çeteyên DAIŞ´ê tên rizgarkirin. Şervanan doh 2 gundên din jî rizgarkirin. Li aliyê din xelkê Reqayê û hawîrdora wê baweriya xwe bi şervanan tînin û dibêjin heval wê me rizgar bikin.

Şervanên Xezeba Firatê Hamleya Rizgarkirian Reqayê dewam dikin û di vê çarçoveyê de doh 2 gundên din rizgar kirin. Li herdu gundan herî kêm 21 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin û 2 tirempêlên bombebarkirî hatin îmhakirin. Şerê li bajaroka Hemrat Nasir bi xwe dema nûçe dihat amadekirin dewam dikir tevî ku para bêhtir a bajarok kete kontrola şervanan.

Şervan rêka xwe didomînin

Pêngava çaremîn a Xezeba Firatê ku piştî navberek kurt dîsa destpêkiribû di roja 14’an de dewam dike. Li baskê rojhilat şervanan bipêşveçûna xwe dewam kir û berê xwe da gundê Bîr Hemad. Di encama şerê dijwar de gundê Bîr Hemad ê kîlometreyekê ji Bendava Azadî dûr e bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Şervan li baskê rojhilat jî bi pêş ve çûn. Li bajarokê Hemrat Nasir şer dema nûçe dihat amadekirin didomiya.

Çeteyên DAIŞʹê bi tirempêleke bombebarkirî xwest êrîşî gundê Sehlebiyê ya rizgarbûyî bike. Şervan zû bi tirempêla bombebarkirî hesiyan û bi çekên giran dan ber guleyan. Tirmpêl beriya ku bigihêje hedefa xwe hat îmhakirin. Çeteyên DAIŞ´ê di heman wextê de bi maşîneyeke din a bombebarkirî hewl da êrişî gundê Çiya bike. Li vir jî şervanan rê neda çeteyan û tirempêl dema dixwest bikeve gund, hat îmhakirin. Di encama teqînê de li malên gundiyan xesara maddî çêbû û hinek xanî hilweşiyan.

Gundên rizgarkirî tên paqijkirin

Şervanan li gundên Sehlebiyê Şerqî û Xerbî yên pêr hatibûn rizgarkirin û li gundê Bîr Hemad û Çiya yên şevtira din hatin rizgarkirin dest bi operasyona lêgerînê û paqijkirina mayinên çeteyan kir. Di encama xebatê de li gundê Bîr Hemad termê 8 çeteyan tevî 8 tivingên Kalaşnîkof, 2 doçkayên 12.5 mm, roketavêjeke RPG (B-7), 3 motosîklet, yek demançe, 2 hawanên 120 mm û gelek topên wê, çekeke Law a artêşa Tirk, 2 rext, 2 êlekên teqemeniyê ketin destê şervanan.

Li gundê Çiya jî termê 13 çeteyan, 7 kalaşnîkof, 5 roketavêjên SPG-9 û durbîneke SPG-9 hatin dîtin.

Di şerê dijwar ê ku şev û rojekê ajotî de 2 şervanên Xezeba Firatê şehîd bûn.

Heval bûye gotineke navneteweyî 

Herçî bereya paş a Hemleya Xezeba Firatê ye ji zarok, jin, kal û ciwanan di nava hemû kesî de heyecan, liv û tevgereke berbiçav xuya dike. Li wargehên hatine rizgarkirin piştî paqijkirina teqemeniyên bermahiyên çeteyan, ji nû ve bicîhbûna xelkê dest pê kiriye. Li rex wê pergalek siyasî û civakî tê avakirin.

Hemû çavdêrên siyasî, civakî û leşkerî dibêjin ku ev hemle wê rûpelek nû veke û rengê paşeroja Suriyeyê diyar bike.

Piraniya şêniyên vê herêmê Ereb in, bi zimanê xwe gelek tiştan vedibêjin. Bi çend gotinên ku fêr bûne û heyecana li ser ruyê wan, jixwe hertişt tê fêmkirin. Ji bo hemû şêniyên herêmê gotineke hevpar derketiye holê. “Heval” di nav gel de bûye peyveke pîroz û nasnameyek. Wekhevî, alîkarî, hevkarî, rizgarkirin û jiyanê bi vê gotinê vedibêjin. Êdî bûye peyveke navneteweyî. Belkî gelek ji wan wateya wê nizanibin, lê jixwe wan wateya xwe lê kiriye. “Ehlen Heval (serçavan heval), nehnê mebsûtîn (em bextewer in) ”, “Nehnu ixwa (em bira ne)”.

Minbic ji bo wan bûye mînak

Bêguman derfetên wan ên avakirina pergalê û pêşwazîkirina pêdiviyan kêm in, di vê mijarê de pêdiviya wan bi hevkariyekê heye. Lê belê di heman demê de bingeheke xurt a paşerojek serfiraz ava dikin. Nêrîna hevpar a welatiyan ew e ku cara yekem firsenda xwe birêvebirin û rêxistinkirinê peyde kirine. Tecrûbeya li Minbicê û pergala lê, ji bo wan bûye mînak û hêviyek. Welatiyê bi navê Ebdulezîz Casim ê ji gundê Safsafah vê nêrînê wiha vedibêje; “Zimanê muhebetê pêdivî bi wergerê nahêle. Pirsgirêkên me hene, lê hêza me ya çareseriyê jî heye. Gelê Suriyeyê di her şert û mercî de, bi taybetî jî di sîstemeke demokratîk de dikare bi hev re bijî. Em ji tecrûbeya Minbicê fêrî gelek tiştan bûn.”

 Tirkên Elmanyayê jî çete ne 

Li bajarê Tebqayê nasnameya çeteyekî DAIŞʹê yê Tirk hate dîtin, ev ne cara yekem e ku nasneme yan jî belgeyên ku têkiliya Tirkiyeyê bi çeteyên DAIŞʹê re nîşan dide têne dîtin.

Di encama xebatên lêgerînê ya şervanên QSDʹê ya li bajêr de, nasnameya çeteyekî ku bi eslê xwe ji Tirkiyeyê ye û li bajarê Elmanyayê Hersfordê ji dayik bûye, hat dîtin. Navê wî Murat Demir e, bi eslê xwe ji bajarê Nevşehîr, navçeya Avanosê ye.


 REQA