
Ciwanên bi navên Amed Îbrahîm, Şiyar Hisên û Malik Osman li peymangeha Şehîd Çiya ya Zanistên Perwerdehî ya bajarê Hesekê, hevdû nas kirin. Dengê Amed ji bo stranbêjiyê xweş bû, Malik jî li Akademiya Çand û Hunerê ya Rimêlanê perwerde dîtiye û Şiyar jî xweş li tembûrê dide, hem jî stranan dibêje.
Her sê ciwanên ku xwe li malên xwe perwerde kirine Koma Şehîd Baran a muzîkê ava kirin û di hunerên xwe de stranên Kurdî yên folklorî û şoreşgerî esas digirin. Armanca ji avakirina komê ewe ku, dilê şêniyan şad bibe. Di dema perwerdeyê de, mamosteyê mûzîkê Elî Darî xwest beşdarî komê bibe û ciwanan li ser stran û alavên mûzîkê perwerde bike.
Koma Şehîd Baran
Şoreşgerê bi navê Seyfedîn Zafî (Baran) ku di 14′ê tebaxa sala 2016′an di oparesyona rizgarkirina Minbicê de şehîd bû, gelekî ji muzîkê hez dikir û stranbêjî dikir. Şehîd Baran kurapê Amed Îbrahîm û hevalê Şiyar û Malik bû. Ji ber vê ciwanan navê şehîd Baran li koma xwe kir.
Koma Şehîd Baran beşdarî şahiyên li sazî û dibistanan dibe. Mûzîk û stranên wan bala mirovan dikişîne. Piştî wextekî Mihemed Ehmed jî beşdarê komê dibe ku ew jî gîtarîst e.
Endamên komê dane zanîn ku ew bi hunerên xwe folkora Kurdî belav dikin û şadiyê dixin dilê şêniyan. Ciwanan got ku ew stranên li ser Rojavayê Kurdistanê û cangoriyên azadiyê, amade dikin û bang li ciwanên ku ji hunerê hez dikin, dikin ku bi hunera xwe xizmeta civaka xwe bikin.
SILAVA IBRAHÎM / ANHA / HESEKÊ