Lê piştîe teknolojî pêş ket û mîmariya bajar haten guhertin, êdî welatî bêtir karê xwe bi maşîne û erebeyên wekî din dimeşînin. Çekçekê ku demekê ji bo esnaf û welatiyan wekî kamyona hemaliyê bû, niha gelek caran li pey hev rêz dibin û betal rawestiyane. Çekçekên ku heta 300 kîlo bar li ser pişta xwe dikin ji bo esnafan wekî tir û kamyona ku têkeve her kolan û neqebê bi qîmet e. Amûra ku ji bo hemalekî amûra herî baş bû, niha kesên karê wan û barê wan tune be ji neçarî çekçakê bikar tînin. Welatiyê bi navê Mehmet Ozbay ê 65 salî li gel temenê xwe yê mezin ji ber kar û bar bi dest naxe, kolan bi kolan digere û bi alîkariya çekçekê debara xwe dike. Ozbay ku bi çekçekê, arvan, mast, penêr, zeytûn, komir, şekir, maqarna, cilşo, sarinç, rûn, kenepe, fêkî û hemû alav û amûran bar dike, hin caran pir dixebite, hin caran qet naxebite. Ozbay hin caran bar derdixe qatê 5'an, hin caran ji deriyekî dibe deriyê din. Ozbey, ku bi piranî li herêma navçeya Sûrê ya Amedê kar dike, hin caran pir diweste hin caran jî ji ber ku kar bi destê wî nakeve vala dimîne.

Ozbey ku li Gundê Şerîf 27 saaln şivanî kir, ji ber pirsgirêka aborî di sala 1974'an de hat li Amedê bi cih bû û nêzî 40 salin karê hemaliyê dike. Ozbey ku hemaliyê dike, çekçek daye pişt xwe û kolan bi kolan digere û bi alîkariya çekçekê û hemaliyê debara xwe dike. Ozbay niha debara malbata xwe ya 6 nifûsî bi alîkariya çekçekê dike.
Ozbay, anî ziman ku 40 salin bi çekçekê debara xwe dike û ji bilî himaliyê karê bike tune û ji neçarî li gel temenê xwe yê kal karê himalî û çekçekê dike. Ozbay, da zanîn ku ji ber 13 sal berê hevsera xwe winda kir hem bav û hem jî dayik e. 

DÎHA/AMED