Bi sedan şêniyên bajar, endamên komîn û meclîsan, xebatkarên şaredariyê û hevserokên şaredariya Dêrik Dicle Hemo û Dr. Ebdulmesîh Coco xwe birêxistin kirin û her yek ji aliyê xwe ve dest bi paqijkirina bajêr kir.
Hevserokê şaredariya Dêrikê Ebdulmesîh Coco got ku paqijî ew her meh rojekê hemleya paqijkirina bajar birêve dibin û wiha axivî: ʺŞaredariya Dêrikê, şênî û endamên komîn û meclîsan her mehê carekê vê hemleya paqijkirine birêve dibin. Şênîyên Dêrikê bi giştî xwe didin ber paqijkirina bajar û ji %90 kolanên bajar têne paqijkirin.ʺ
DÊRIK