
Heyeta ku ji nûnerên partiyên siyasî yên Swêd, Danimarka, Norveç û Finlandiya pêk tê bi armanca bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan re hevdîtin bikin hatin Edirnê. Li nêzî Girtîgeha Edîrneyê tedbîrên awarte hatin girtin. Rayedarên leşkerî diyar kirin ku dê destûr nedin ku bi parlamenterên girtî re hevdîtin bikin.
Serokê Partiya Çep a Swêd û Parlamnenter Jonas Sjostedt, Serok Partiya Çep a Swêd Lotta Johnsson Fornarve, Berdevka Partiya Îtîfaka Sor û Kesk a Danimarka û parlamenter Pernille Skipper, Endamê Komîsyona Karên Derve yê Partiya Sor-Kesk a Danimarka Anne Rehder, Seroka/ê Partiya îtîfaqa Çep a Finlandiya û Parlamenter Li Andersson, Sekreterê Giştî yê Partiya Îtîfaqa Çep a Finlandiya Mia Haglund, Serokê Partiya Sosyalîst a Çep ê Norweçê û parlamenter Audun Lysbakken û Norveç Sosyalist Sol Siri Gjort, bi armanca Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demirtaş û Parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan ziyaret bikin di saetên serê sibê de ji Stenbolê çûn Edîrneyê. Parlamenterên HDP Filiz Kerestecioglu û Sibel Yigitalp hevaltî bi heyetê re kirin. Di ketina heyetê ya Ewropa de li Edîrneye tedbîrên awarte hatin girtin.
Leşkeran li nêzi Girtîgeha Edîrneyê heyet rawestand û bi hinceta “destûra hevdîtinê” tune destûr nedan ku heyet biçin girtîgehê. Di nava heyetê de parlamenterên HDP’ê Kerestecioğlu û Yîgitalp ketin girtîgehê, lê heyet nekarîbu tekevin girtîgehê. Serê sibê jî Parlamenterên HDP’ê Celal Dogan, yê berê Hasip Kaplan, Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP’ê Aysel Tugluk û Hevserokê HDP’e yê Stenbolê Dogan Erbaş, bi armanca bi Demirtaş û Zeydan re hevdîtin bikin çûn girtîgehê.
Parêzer Dogan piştî bi Demîrtaş û Zeydan re hevdîtin kirin ji girtîgehê derketin. Dogan, li ber deriyê girtîgehê daxuyanî da û diyar kir ku tenduristiya Demirtaş û Zeydan baş e ji bo ji hucreyê bên derxistin dixebitin. Dogan, anî ziman ku Demîrtaş diyar kiriye ku ew ji bo aştiyê li vir in û dê tekoşîna wan a ji bo aştiyê berdewam bike.
Rawestina heyeta Ewropa jî hêj didome. Li bendê ye ku Heyeta Ewropa têkildarî rewşa xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê.
Axaftina bi medyayê re qedexe kirin
Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Lotta Johnsson Fornarve, ku ji bo hevdîtinê bi hevserok, parlamenterên HDP’e û hevşaredaran ên girtî re bike li Tirkiyeyê ye, ji Ajansa Nûeçyan a Swêdê re axivî. Fornarve got, “Nasnameya me kontrol kirin û jendermeyan ji me re gotin, nabe ew daxuyaniyê bidin medyayê.”
Fornarve û Jonas Sjostedt ji bo bi hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Kandirayê hevdîtinê bikin serî li wezaretê dan, lê belê destûr ji wan re nehat dayîn.
Sjostedt ji ajansa TT re got, “Saziyên Tirk beriya niha bi kêliyeke kurt gotin, ew ê nehêlin ew biçin girtîgehê. Em ê nikaribin Fîgen Yuksekdag bibînin. Lewma me bi rêya parêzeran silavên xwe jê re aşnd û jê jî silav girt. Ji bo lîderên HDP’ê nikaribin bi cîhana derve re têkiliyê deynin, her tiştî dikin.”
Sjostedt û Fornarve wê îro jî biçin Edîrneyê û ji bo karibin Hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîrtaş bibînin, ew ê bikevin nava hewldanan.
STENBOL