Siyasetmedarê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê M. Emîn Pencewînî ji têkildarî tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP’î got, “Erdogan bi qeyûman, şerê li dijî civaka Kurd derxistiye asteke nû. Ev rewş ne ya qebûlkirinê ye. Divê gelê Kurd şaredariyên xwe teslîmî faşîzma Erdogan neke. Li dijî vê yekê pêwîste li her cihî li ber xwe bide.”

Pencewînî êriş ne tenê li dijî DBP an jî HDP’e, belê li hemberî temamiya Kurdan nirxand û got, “Bi taybetî partiyên din ên Kurd ên Bakurê Kurdistanê divê li dijî tayînkirina qeyûman derkevin û li cem DBP’ê cih bigirin. Ev yek berpirsyarî û wezîfeyeke neteweyî ye.”

Pencewînî da zanîn ku pêkhatina hevdîtinê di heman rojê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ji bo pêşîgirtina li nerazîbûna Kurdan e û destnîşan kir ku pêkhatina vê hevdîtinê ne xêra dewleta Erdogan e, ev yek encama têkoşîna gelê Kurd e.

Pencewînî got, “Dewleta Tirk ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve di nava kaosekê de ye. Lewma hewl dide eniya li hemberî xwe qels bike. Ji bo nerazîbûna Kurdan a li hemberî vê yekê kêm bike, destûra hevdîtina bi Birêz Ocalan re dide.  Eger ev têkoşîn nebûya wê ev hevdîtin jî nehatibûya kirin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN