Ferhenga ku Doktor Şivan ji zimanê Fransî wergerandibû, a Joyce Blau bû û çapa wê ya ewil gava Doktor Şivan li Başûrê Kurdistanê bû, tê kirin. Û çapa wê a diduyê jî piştî mirina Doktor Şivan hin heval û peyrewên wî ve li Brukselê tê çapkirin.

 Ji pêşgotinê: Bi heta tiştên ecêb ev in ku, xwenda û rewşenbîrên Kurdan, çi li hindur û çi li derve yê welat şûna ku bi kurdî çîrok, şî’ir, destan an gotarek binivîsin; piraniya wan bi zmanek biyanî doza zmanê Kurd dikin û serbestiya zmanê Kurd dixwazin!?.

ÎBRAHÎMBULAK

Sait Kirmizitoprak an jî bi navê wî yê naskirî Doktor Şivan, li gel bîrewerî û têgihîştina xwe ya siyasî û neteweyî, bi zimanê Kurdî re jî mijûl bûye, serê xwe pê êşandiye. Li ser zimanê Kurdî yek jê ferheng yek jê jî rêziman xwedan du berhemên hêja ye. Salên 1970’yî van her du berhemên Doktor Şivan pêşî li xebatên zimanê Kurdî vekir û bi saya serê van, gelek kesan xwe li Kurdî girt. Ferhenga ku Doktor Şivan ji zimanê Fransî wergerandibû, a Joyce Blau bû û çapa wê ya ewil gava Doktor Şivan li Başûrê Kurdistanê bû, tê kirin. Û çapa wê a diduyê jî piştî mirina Doktor Şivan ji alî hin heval û peyrewên wî ve li Brukselê tê kirin. Ya din jî ji zimanê Fransî hatiye wergerandin û li gorî salixên Doktor Şivan, esasê kitêbê Gramera Kurmancî a Celadet Bedirxan e - bêhtir jî sîstema Kamuran û Celadet (di Hawarê de ji 1941´ê û pê ve), û birêk ji kitêbê Kamiran Alî Bedirxan e ku ji bo di zanîngehê de dersê bide wekî kitêb kom kiriye. Jixwe, li serê wekî nivîskar li gel Doktor Şivan navê Kamiran Alî Bedirxan jî heye. Çapa wê ya ewil bi halê teksîrê li Başûrê Kurdistanê ronayî dîtiye, paşê jî sala 1976´an Weşanên Kava wê çap dike. Di vê kitêbê de belkî beşê herî balkêş pêşgotina Doktor Şivan e ku li gorî kitêbê 14 Adarê 1971´ê hatiye nivisîn. Tê de mirov li gel meyl û meraqa Doktor Şivan a li ser Kurdî, dibîne ku hingî Doktor Şivan çendî di meseleya ziman û Kurdolojî de şareza bûye.

Hevdîtina bi Qasimlo re

Ew di pêşgotinê her wiha ji ber xemsariya siyasetvanên Kurd a hînbûna Kurdî rexne dike û ji wan dixwaze li gel kar û barê xwe yî siyasî zimanê xwe yê întelektuelî jî bikin Kurdî. Her wiha li ser gengeşe û kêşeya elfabeya Kurdî jî radiweste û pêşniyaza Celadet Bedirxan a elfabeya latînî bibe elfabeya Kurdî maqûl dibîne û daxwaza wî jî ew e Kurd bi vê elfabeyê emel bikin. Lê di pêşgotinê de tişta herî zêde bala min kişand bibîranîna hevdîtina wî ya bi Dr. Abdulrahman Qasimlo re ye. Minaqeşeya wan li ser ziman e, û pê re jî modeya ‘siyaseta bilind’ a di nav întelîjensiyaya Kurdan de. Ez naxwazim zêde behsa wê bikim ji ber ku ez ê vê beşê li jêr jî yekser parve bikim. Berî wê, divê ez bibêjim ku tişta xwendevan li wir dixwînin tîpguheziya tîpguheztinê ye, min guheztina nivîsê ji kitêba Weşanên Kava kiriye, ango yekser ne çavkaniya ewil yan jî destnivîsên Doktor Şivan e. Loma jî dibe ku tê de çend şaşîtiyên biçûk hebin, her wiha hingî Doktor Şivan li dewsa herfa ‘i’, ‘ı‘ nivisiye, li dewsa ‘î’ jî, ‘i’ nivisiye. Yanî li ser herfa ‘i’ kumik bi kar neaniye, ev yek piştî Şivan jî ji aliyê hinek fraksiyon û weşanxaneyan ve heta demekê dihat bikaranîn lê îroroj êdî kes bi vî şiklî nanivîse. Min ev her du li gorî îro nivîsandin, her wiha hin tişt jî wekî orîjînala wê ez ê bihêlim, wekî mînak Doktor Şivan di nakirina lêkeran de qertafa nakirinê ji lêkerê cuda nivisiye; wekî ‘na kin, me de, me be, na girin’ min dest neda wê. Li hin cihan dibe ku dema tîpguheztina wê de hin herf bêhemd şaş hatibin nivisandin, wekî mînak; heta bûye beta, çend bûye şend, carinan jî li dewsa jî ji hatiye nivisîn, dewsa xebata, xbata û hwd. Min ew jî rast kirin. Ji pêşgotinê beşa hevdîtina wî a bi Qasimlo re eva li jêr e:

Şitexaliya wan her çûye ser Kurdî     

“Di sala borî de, rojek bi tesadufî, Evdirehman Qasim Lo (profesorê Universîta Prag û nivîskarê Tarîxa Kurd û Kurdistan) bi ser me ve hatî bû. Ew rojan ha, ez bi xurtî, li ser ferbûna xwendin û nivîsandina kurdî mijûl bûm. Digel çend hevalên din, Qasim Lo her dixast meselên siyasî baxêfe, ji beranberê wî, min tim û tim axaftin anî li ser zman û berî her tiştî, xwast ku di wî warî de, bala hevalan bikêşim. Hingê, heval Qasim piçek acêb ma û gote min:

“- Gelo karê te çi ye? Mirov entelektuel be û derveyî welat jî, li ser siyaset mijûl me be; ew çi tişte?!…”

“- Bra, ew siyaseta ku çi hindur û çi ji derveyî welat de, gelek caran bi fortan tête kirin, jê re çi eqlê min na bire. Ji ber hingê jî, dibe ku ditîna gelek mirovan de piçûk xuya dibe; lê min wek karek bingehîn, berî her tiştî, hînbûyîna kurdî girtiye ber çavên xwe.”

“- Ma qey tu ne Kurd î?..”

“-Erê, ez Kurd im. Lê mixabin, kurdiya min ne ewqas xûrt e. Ji ber zmanê min ê mader lehçeya Zazakî ye. Ya didoyê jî, herwekî tu dizanî, di nav zmanê nivîskî û devkî de, hin ferqên giring (muhim) henin. Ger mirov bala xwe baş me de û pê re hûr û kûr mijûl me be; tu caran nikare bi kurdî tiştên edebî, siyasî an sosyal binivîse û bide bin xizmeta Kurdên din.”

Qasim Lo, herwekî mirovek gelek diltenik, rûken, û sempatîk e, ji nişka ve dengê xwe biiriya; piştî midetek fikiriya û bi dengek gelek dilgerm, dest bi axaftinê kir:

Macro politisien tenezulî Kurdî nakin

“- Min bibor e. Bi amin jî wek ê we ye. Bi rastî, bi heta îro, di nav gelek xwendekar û entelektuelên me de , tim û tim makro-politika (siyaseta bilind) moda bû ye û bi rastî, me ewqas bala xwe ne daye mesela zman. Li ba gelek biraderên me, mesela ziman lenguistîkî ye û şolekî piçûk e. Ji lewre, ez dikarim bêjim ku, li Parîsê û ci yên dinên ku tê di institu an zaningehên kurdî henin, Kurdên siyasî û ewên ku Ewropê de nin qet wan tiştan giring na girin û li ser zman, edebiyat, folklor û senata Kurdan, ji bilî çend kesan, çi zehmet nekêşin. Bi heta tiştên ecêb ev in ku, xwenda û rewşenbîrên Kurdan, çi li hindur û çi li derve yê welat şûna ku bi kurdî çîrok, şî’ir, destan an gotarek binivîsin; piraniya wan bi zmanek biyanî doza zmanê Kurd dikin û serbestiya zmanê Kurd dixwazin!?. Ji ber vê yekê jî, mixabin e ku, di instituyên kurdî de, xwendekar hemû biyanî nin; û Kurdên me yên makro-politisien (Siyasiyên berztirin) jî, bi piranî, tenezula wan tiştên biçûk (!) na kin.”

   

Mebêjin em Kurd in…

Heval Qasim, bi wî awayî, tiliya xwe da ser derd û kulên me yên giran û bi rengekî eşkera û tû, kemasiyên me yên qelsî û çewtî, dan ber çavên me. Bi rastî jî, nemaze li Tirkiya, me gelek mirov henin ku, ji aliyê siyaseta bilind û ji aliyê nivîskarî bi zimanên biyanî, gelek fort û “finfonek” an dikin û mengalan de çi xwelî na hêlin. Bi heta, di nav wan de, mirovên ûsa henin ku, ji bona ew wesfên dejenêre, opurtunîst û kurtbînî, bi ser de jî “Secaat!” arz dikin û şuna ku hed û sînorê tevgerê xwe bizanibin, xwe ji zu ve meydanê bikişînin. Bilakîs xwe pê pozbilind nîşan didin û XWEDIBÎNÎ û çavtengiya hevalan dikin; û ger destên wan bê, tu mecal jî na din xort, ciwan û ramangirên heqîqî. Ji wan hin birjuwayên piçûk û bezirganên sîyasiyan re, em jî bi gotina rehmetî CELADET dibêjin: “

”AN HÎNÎ XWENDIN Û NIVÎSANDINA ZMANÊ XWE BIBIN, AN ME BÊJIN EM KURD IN!.”