Yekitiya Jinên Êzîdî ya kantona Efrînê û bajarê Helebê 2. Konferansa xwe pêk anî.
Konferans bi dirûşma "Bi ruhê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jinên Êzîdî xurt bikin" li Kampa Serdemê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin.
Tevî nûnerên jinên Şengal û Helebê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kongreya Star bi sedan jinên Êzîdî yên Efrînê, beşdarî konferansê bûn.
Di hola konferansê de wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şehîd Zekî Şengalî, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta li ser nivîsandî "Bi ruhê Berxwedana Serdemê em ê têkoşîna jinên Êzîdî bilind bikin“, hatin daliqandin.
Em ê têkoşîna xwe xurt bikin
Di konferansê de hevseroka Yekitiya Êzîdiyan a Efrînê Suad Hiso axivî û got, "Em konferansa xwe di nava binpêkirinan de ku dewleta Tirk a dagirker li Efrînê pêk tîne, li dar dixin. Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Şoreşa Rojava veguherî şoreşa jinê. Em ê jî bi vê hişmendiyê li dijî siyaseta qirrkirinên li dijî Êzîdîyan têkoşîna xwe xurt bikin."
Paşê sînevîzyona der barê jinên Êzîdî de hat pêşandan.
Di Konferansê de her wiha li ser pergala rêxistinkirina jinên Êzîdî nîqaş hatin kirin û biryar hatin wergirtin.
ANF/ŞEHBA