Sendîkaya PCS ya li Ingilîstanê ku qederê 200 hezar endamê wê hene, banga azadî ji Ocalan re kir.

Kampanyaya sendîkayên Brîtanyayê dayî destpêkirin, her diçe berfireh dibe. Sekreterê giştî yê sendîkaya PCS Mark Serwotka, daxuyanî derbarê mijarê de da. Serwotka yê ku di kongreya Yekîtiya Sendîkayan a Brîtanyayê (TUC) de bû serokê yekîtiyê, bi daxuyaniya xwe xwest, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bê berdan.

Mark Serwotka li ser navê sendîkaya xwe ya karmendan a 200 hezar endamî, PCS´ê bang kir,  û got, ew di têkoşîna azadî û aştiyê de li cem gelê Kurd cihê xwe digirin. Serwotka xwest hevdîtinên aştiyê tavilê dest pê bikin û ji bo Ocalan jî di van hevdîtinan de bi dewra xwe rabe, ew jî derhal bê berdan.

Serwotka herî dawî jî bang li tevahiya sendîkayan û rêxistinên pêşverû kir da ku destekê bidin Kampanyaya Azadî ji Ocalan re.

 

LONDON