Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo dijberiya Kurd îro wê biçe Tehranê. Lê, beriya wê serfermandarê giştî yê artêşa Tirk Akar, pêşniyaz kir ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye li dijî Kurdan bên gel hev. Li navenda hevdîtinan jî destketiyên Rojava û Başûrê Kurdistanê hene.
Serfermandarê Giştî yê Tirk Hûlûsî Akar, hevdîtinên xwe yên li Îranê dewam dike. Serokkomarê Tirk Recep Tayîp Erdogan jî îro diçe Îranê. Li navenda hevdîtinên van aliyan de jî hewldana bipêşxistina siyaseteke dijî Kurd xuya dike.
Akar li Tehranê bi Serfermandarê Giştî yê Îranê Mihemed Bakirî û Sekreterê Giştî yê Konseya Bilind ya Ewlekariyê Elî Şemxanî re civiya. Piştî van hevdîtinan jî bi Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî re civiya.
Li gorî dagirkeran hevkariya dij-Kurd şert e
Şemxanî têkildarî encama hevdîtinê axivî û ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê jî got, da ku bandoreke xirab li têkoşîna qaşo dijî terorê ya li herêmê neke, “hevkariyeke sê alî di navbera Îran, Tirkiye û Iraqê de şert e.”
Akar jî di hevdîtinê de yekparebûna xaka Iraqê parast û got, ew ê bi hevkariyeke sê alî ya di navbera Îran, Iraq û Tirkiyê de pêşiyê li planên cûdaxwaziyê bigirin.
Akar û Bakirî paşê bihevre li Tehranê li Qesra Serokkomariyê serdan Hesen Ruhanî kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN