Ji Tirkiyê em çûn Ewrupa
Mustafa destnîşan kir ku dema ew ji Efrînê derketin destpêkê berê xwe dane Turkiyê û li Enqere û Stenbolê hin hevdîtinan pêk anîne. Ji Tirkiyê jî derbasî Ewrupayê bûn. Di vê mijarê de jî Mustafa wiha got: "Me berê xwe da hin welatên Ewropa wek Finlenda, Belcîka, Fransa, Strasborg, Nerwêc, Elmanya û Swîsre, di navber 50 rojan de me hevdîtinên pir baş çêkirin bi gelek aliyên fermî, rêxistinên civaka sivîl, partî û keseyetên serbixwe re, herwiha civînên gel jî hatin lidarxistin û bi giştî erênî derbas bûn. Em bi rihê şoreşa rojava, germbûna berxwedana Kobanê hatin pêşwazîkirin.
Em bi germahiya Kobanê hatin pêşwazîkirin
Mustefa di axaftina xwe de balkişand ser pêşwazîkirina wan û got: “Em bi rihê şoreşa Rojava, germbûna berxwedana Kobanê dihatin pêşwazîkirin, tiştê balkêş di hevdîtinên me de ku her kesî meraq dikir him ji aliyên ku me hevdîtin pêre çedikirine û him jî çapemeniya li wir, ka em çi sîstemê avadikin em çawa li ser erdê pêktînin û me jî ji wan re vedgot.” Hêvî Mustefa diyar kir ku xweseriya demokratîk bala cîhanê tevahî kişandiye û wiha got: “Doza kurdî bûye mijarê her kesî li cîhanê, sîstema xweseriya demokratîk bala cîhanê tevahî kişandiye, di nav zor û zehmetiyan de, aloziya li Sûriyeyê em çawa dikarin sîstemek bi vê rengî di vî welatî de pêk bînin, ev li ba wan balkêş bû û her kesî digot em bi vê xweseriyê re ne û em ê piştgiriya wê bikin.”
Korîdor wê pirsgirêkan çareser bike
Mustefa di axaftina xwe de destnîşankir ku pêwistî bi vekirina korîdorekê heye û wiha pêde çû: “Hemû dewletên ku me serdana wan kiriye sîstema me qebûl kirine û pir beşdarbûna me di hin parlemana çêbûn wek Belcîka, Strasborg, Siwîsre û li hemî dewletan jî dostên kurdan çêbûne, mijara Rojava bûye rojeva her kesî di cîhanê de, aliyên fermî li wan dewletan pir soz dan me ku wê çûndin û hatina kantonê çêbibin, tiştê sereke me ji wan re digot divê korîdorek di navber Kantona me û Turkiyê de bête vekirin û bi vê yekê dê hemû pisgirêkên me çareser bibin. Şandina Alîkarî û ji bo wê me rewşa mirovahî ya kantonê ji aliyê tenduristî, perwerde, rewşa şagirtan, hemû şîrove dikir û vedigot. Wan jî gelek soz dan me ji bo çareserkirina van pirsgirêkan, lê em jî li benda sozên wan nasekinin em ê kar û xebatê xwe bidomînin.
ANHA/EFRÎN