SEMÎRE ŞEHABÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ

 

Jinên li Silemaniyê bi hevgirtin û hêza xwe, navenda Paşwêl vekir. Di Paşwêlê de jin him berhemên xwe çêdikin him jî wan difiroşin. Herşçî peyva paşwêl e, maneya wê çenteyê li pişta gerîlayan e.     

Komek jinên Silêmanî, navendeke hunerî, çandî ya bi navê Paşwêl ava kirine. Paşwêl navendeke hunerî, çandî û komînal a jinan e. Jinên ku hunerên bedew xwendine, jinên di nava malê de aciz bûne, jinên dixwazin xwe bi xwe debara xwe bikin, li vê navenda ku li hemû jinan vekiriye, kom dibin.

 

12 jin lê dixebitin

Di navendê de 12 jin dixebitin û navend ji çend beşan pêk tê. Hewş û odeyeke biçûk weke kafeteryayekê bi kar tê. Kafeterya ji aliyê xwişk û birayên ciwan ve tê birêvebirin. Li navendê tenê xortek heye, ew jî di beşa kafeteryayê de alîkariya xwişka xwe dike. Hewş û kafeterya jî bi amûrên mûzikê û berhemên hunerî hatiye xemilandin.

 

Cihaneke hunerî

Beşek ji navendê jî bi berhemên çand û hunerî dagirtiye. Jinên ku tiştên li malê çêdikin, li wir datînin û herçî bixwaze jî dikare wan bikire.

Her wiha, li her quncikê tabloyên cihêreng jî hatine daliqandin. Ji derve weke maleke normal xuya bike jî dema mirov dikeve nava malê, weke ku ketibe nava cihaneke hunerî û mekanekî jinê.

 

Keda xwe li vê navendê nîşan didim

Di odeyeke biçûk de jî jinekê makîneya xwe ya dirûnê bi cih kiriye, hem pêwîstiyên jinan pêk tîne hem jî cilên Kurdî yên jinan didirû.

Yek ji endamên navendê, Şaciwan Xeza ku zanîngeh qedandiye, dibêje, “Ez bi xwasteka xwe beşdarî kar bûm. Ev qadek e ku ez gelekî jê hez dikim. Keda xwe jî li vê navendê nîşan didim.”

 

Jinan bînim gel hev

Rêvebera navendê Şanaz Cemal dibêje, wê xwestiye bi vê projeyê çareyekê ji bêkariya jinan û bêzariya wan a di nava çar dîwarên malê re bibîne û wiha diaxive: “Armanca min a yekem ew e ku ez jinan bînim gel hev. Ji ber ku niha ji ber teknîkê û medya civakî qûtbûnek di navbera me hemûyan de çêbûye. Ez dixwazim vê yekê bi rêya zindîkirina hûnerê kevnar ji holê rakim. Her wiha ev yek dibe sedem ku jin bi pîşeyên xwe re mijûl bibin û li ser berhemên xwe bifikirin. Bi vê re jî bi rêya berhemên xwe bibin xwediya aboriyeke serbixwe ya xwe.”

Li ser hilbijartina navê navendê jî Şanaz got; “Min ew nav ji jinên gerîla yên Qendîlê wergirtiye. Ji ber ku ev nav tê wateya Kolepiştî (çanteyê piştê) ya wan jinan.”