
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (MLM) Şervan Derwîş diyar kir ku Hemleya Rizgarkirina Minbicê gaveke girîng a di dîroka herêmê de ye û got, “Hemleya Minbicê nimûneya hevgirtina di navbera gelên herêmê û şervanan de ye.”
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê (MLM) Şervan Derwîş têkildarî salvegera yekemîn a `Pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla` ya rizgarkirina Minbicê ji ANHA´yê re peyivî.
Amadekariyên destpêkê çawa derbas bûn, tevî ku beriya wê hemleya rizgarkirina bakurê Reqqayê dest pê kiribû, çima we berê xwe da Minbicê?
Çeteyên DAIŞ‘ê di 21‘ê Çileya 2014‘an de bajarê Minbicê dagir kiribûn. Armanca me jî ew bû ku em bajêr ji wan rizgar bikin, Minbic hêja ye ku em xwe fedayê wê bikin, rev ne çareserî ye. Me berê xwe ji Kobanê da Minbicê, hin komên din ên girêdayî artêşa Azad ji Tirkiyeyê ve daketin.
Piştî êrîşên DAIŞ‘ê yên li dijî Kobanê û berxwedana lehengî ku li hember DAIŞ‘ê hate kirin, em jî serbilind in ku em beşek ji wê berxwedaniyê ne, her wiha pêngava Şehîd Feysel Ebû Leyla û Ebdo Doşka û hevalên wî. Me hemleyên xwe yên rizgarkirina herêmê ji DAIŞ‘ê dewam kirin, me herêmên berfireh wekî Girê Spî, Ên Îsa û Sirîn rizgar kirin, herî dawî me Hêzên Sûriyaye Demokratîk (QSD) ava kirin, me bendava Tişrînê rizgar kir, em nêzî Minbicê bûn, me dest bi amadekariyên rizgarkirina bajêr kir, piştî nîqaşên berfireh bi fermandarên komên şoreşgerî re, şehîd Feysel Ebû Leyla nîqaş bi rê ve dibirin. Li gorî nîqaşan me biryara avakirina MLM´ê da û di 2‘ê Nîsana 2016‘an de me bi awayekî fermî avakirina MLM´ê ragihand. Di destpêka avakirina meclîsê de 7 koman cihê xwe di nav de digirt.
Piştî bi dawîbûna amadekariyan me biryar da ku em hemlê di 1‘ê Hezîrana 2016‘an dest pê bikin.
Dewleta Tirk gef li we dixwarin,we texmîn dikir ku helwestên dijber wê ji aliyê rêjîma Sûriye yan jî Tirkiyeyê ve derkevin holê?
Bi rastî me dizanî ku DAIŞ bi hêsanî bajar bernade, wê hemû hewldanên xwe bike da ku xwe di bajêr de mayinde bike. Ji ber ku bajarê Minbicê ji bo wan stratejîk e, DAIŞ li wir pîlanên xwe yên êrîşan amade dikirin, her wiha bargeheke pêşwazîkirina çeteyên ji derve li wir ava kiribû.
Li aliyê din jî Tirkiyê nedixwest ku bajarê Minbicê ji DAIŞ‘ê rizgar bibe, ji ber ku dizanî ku Minbic kilîta bejahiya rojhilatê Helebê ye. Me şandeyek xwe şand da ku hevdîtina bi fermandarên Koalîsyonê re bike, helwest û armanca me ya bi hemleyê ji wan re rave bike, lê Tirkiyê di helwêsta xwe ya li dijî me de bi israr bû, em jî ji bo rizgarkirina bajêr bi israr bûn. Şêniyên herêmê rojane banga rizgarkirinê li me dikir. Di mijara rêjîmê de jî rêjîm wê demê li herêmê nebû, nedikarî hemleya me asteng bike.
Gelo Fermandar Ebû Leyla çi bandor li we û li tevahiya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kir?
Bi destpêka hemleyê re me fermandar û endezyar, her wiha xwediyê beşê mezin ji amadekarî, plan û destpêkirina hemleyê Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ji dest da. Ebû Leyla ti carî qebûl nedikir, di fermandariyê de tenê bimîne, lê belê her dem di xetên herî pêş de bû. Vê berxwedana wî bandoreke mezin li me û hemû şervanan kir. Ti carî şervanên xwe tenê di xetên pêş de nedihiştin, her dem çavkaniya berxwedan û tekoşînê bû. Her dem moralê wî xweş bû, ev moralê wî timî bandor li hemû şervanên wî jî dikir.
Em wekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hevalên Ebû Leyla, biryara me diyar bû, biryara me ew e ku em hemleya rizgarkirina Minbicê bi navê wî bidomînin, bi vê yekê me xewna wî pêk anî. Ebû Leyla bi vê yekê bû findek ku rêya hemû şervanên xwe ronî kir.
Ji destpêka hemleyê û heta niha, gelê Minbicê çawa nêzî MLM´ê bû, heta çi radeye bi meclîsê ve hatin girêdan û li derdora wê kom bûn?
Li Minbic me rastiyeke ji ya di şer de cûdatir dît. Ev rastî di alîkariya gel û pêşwaziya wan ji şervanên me re diyar bû. Di şerên berê de me didît ku welatî ji malên xwe koçber dibûn û berê xwe didan herêmên ewle. Lê li Minbicê rewş cûda bû, tevî ku qenasên DAIŞ û mayînên wan jî hebûn, welatî ber bi şervanên Meclîsa me ve dihatin, ji mirinê neditirsiyan, ev yek girêdana welatiyan bi MLM´ê re nîşan dide.
Di girêdana wan de diyar bû ku gelê herêmê tiyê azadiyê ye û baweriya wan bi MLM´ê dihat. Li ser vî esasî bi sedan ciwanên herêmê tevlî MLM´ê bûn û xwestin ku cihê xwe di hemleyê de bigirin. Li aliyê din jî welatiyan tevgerên DAIŞ û cihên wan nîşanî şervanan dida. Lê dîsa jî welatiyan alîkariya şervanan dikir û cihên çeteyan nîşanî wan dida. Piştî rizgarkirinê û heta niha serkeftinên hatine bidestxistin nîşana girêdana gel bi meclîsa me ve diyar dike.
Destpêkirina rizgarkirina Minbicê çi bandor li siyasetên dewleta Tirk kir û pêkhateyên Rojava-Bakurê Sûriyê kir?
Hemleya rizgarkirina Minbicê, destpêkirina pêngaveke dîrokî ya di navbera du qonaxan de bû. Dewleta Tirk hevkara xwe ya sereke li herêmê winda kir. Yanî bi gotineke din em dikarin bibêjin siyasetên Tirkiyeyê yên li herêmê yên xwe dispartin piştgiriya komên çete, têk çûn. Armanca sereke ji destwerdana dewleta Tirk di xaka Sûriyê de û hewldana wê ya dagirkirina Minbicê di bin navê Mertala Firatê de ew bû ku çeteyên DAIŞʹê ji têkçûnê biparêze û temenê wê dirêj bike. Di heman demê de destwerdana wan rê li ber hêzên rêjmê vekir ku li herêmên rojhlatê Helebê bi pêş ve biçin.
Divê em jibîr nekin ku dewleta Tirk û çeteyên wê gelek êrîş kirin. Hewl dan Minbicê jî dagir bikin, lê bi saya berxwedana şervanên me hemû êrîşên wan şikestin.
Bi rizgarkirina Minbicê re ku 73 rojan dewam kir, çi guhertin di hevsengiyên siyasî û leşkerî yên di herêmê de çêbûn?
Guhertinên gelekî ji beriya rizgarkirina wê cudatir çêbûn. Ev guhertin di guhertina herêmên serweriyê de diyar dibe. Asta destwerdana derve ya di xaka Sûriyê de li ser asta leşkerî û siyasî hate guhertin. Şerê desthiladariyê hîn jî didome. Tevî ku em li dijî terorê gelekî serketî ne jî, hêzên QSDʹê gihiştine ber Reqqayê, em jî beşdar in û hîn jî em gef û daxuyaniyên Tirkiyê yên li dijî gelê herêmê dibînin. Tirkiyê hîn jî di nava hewldanan de ye ku DAIŞʹê ji neamnê rizgar bike.
ANHA / MINBIC