Elî Ferman da zanîn ku serkeftinên dawî yên li Minbicê ku hemû gelên Rojava moral û hêz jê giritin, bandora xwe li her deverê kir û ev tişt anîn ziman: ”Bê guman gelek dewlet û hêz ku li dijî şoreşa Rojava derdikevin bi hemû rêbazan dixwazin vîna pêkhateyan bişkînin. Di demên dawî de bi taybet piştî rizgarkirina Minbicê ku gelên Rojava hêz û moral jê girt, dewleta Tirk, Îran, hêzên herêmî û her wiha rêjîma Baas ketin nava tîfaqan da ku li dijî gelên Rojava derkevin. Êrîşên li ser Hesekê jî vê yekê nîşan dide.”
Berxwedana mezin hevgirtina gelan e
Ferman destnîşan kir ku hevgirtina gelê Hesekê bi hemû pêkhateyên ji rêjîmê re cihê aciziyê ye û wiha pê de çû:” Li bajarê Hesekê, hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Asurî û Suryan, rêxistina xwe ava kirin. Ev yek ji bo hêzên rêjîmê cihê aciziyê ye. Ji ber vê yekê rêjîma Baas ev yek tehemul nekir û li ser esasê netewî bi fikirê xwe yê nijatperest xwest nakokiyan di nava gelê herêmê de derbixe û ev êrîş pêk anî. Lê hewldanên wan naghêjin, armancên xwe. Hemû pêkhate nema vê qebûl dikin. Niha jî xuya dibe ku Kurd, Ereb û Suryan bi hev re li dijî rêjîmê li ber xwe didin.”
HESEKÊ