Li ser encamên komxebatê, Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç ji ANF’ê re axivî.
Koç da xuyakirin, ku di komxebatê de bandora krîza Başûrê Kurdistanê li parçeyên din ên welêt hatiye nirxandin û ji ber pêknehatina yekîtiya neteweyî ya Kurd, rexneyên berfireh hatine kirin. Koç got, “Ev civîna şêwrê, wê bibe gava destpêkê ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurd. Civîn di demekê de ku êrîşên giran li Kurdistanê tên kirin, pêk hat. Ji vî alî ve jî gelekî girîng e.”
Rola KNK ê di yekîtiya neteweyî de
Koç diyar kir, ku di komxebatê de rexne û nihêrînên berfireh li ser çarenûsa Kurdistanê hatine kirin û wiha dewam kir: “Em li bendê ne ku KNK di mijara yekîtiya neteweyî de bêhtir bi rola xwe rabe. Ev civîna şêwra neteweyî gelekî erênî derbas bû. Me bendewariyên ji Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê dîtin. Me dît ku di polîtîkaya yekîtiya neteweyî de dîplomasiya li gorî berjewendiyên partiyan zerarê dide yekîtiya neteweyî û dibe sedem ku xebatên dîplomatîk ên navneteweyî parçe bibin.”
Pêşî divê Başûr bi ser xîne
Koç destnîşan kir, ku divê sînorên nava mejiyên parçeyan ji holê bên rakirin û got, “Di serî de lazim e Başûrê Kurdistanê vê bi ser bixîne. Girîng e sînorên serweriyê ya navbera partiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê, ji holê werin rakirin. Bi vê yekê ve divê sînorên li parçeyên din jî werin rakirin. Girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka yê navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê, zerarê dike li polîtîkaya yekîtiya neteweyî. Her wiha hat ragihandin, ku divê çanda demokratîk a li Bakurê Kurdistanê derketiye holê, karibe xwe bigihîne Başûrê Kurdistanê û li qada civaka sivîl û siyasetê diyalog hê bêhtir derkeve pêş.”
Di yekîtiya neteweyî de rola Ocalan
Hevseroka KNK’ê Nîlufer Koç destnîşan kir, ku yê herî zêde yekîtiya neteweyî dixe rojevê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got, „Delegeyên ji çar parçeyên Kurdistanê yên beşdarî komxebatê bûyîn, dan xuyakirin ku azadiya Ocalan mijareke neteweyî ye û bal kişandin ser girîngiya cihgirtina vê mijarê di danezana encamê de.”
Yekîtiyên parastina hevpar şert e
Koç anî ziman ku li Kurdistana di hedefa êrîşên Tirkiye, Îran û DAIŞ‘ê de, nabe ku bi feraseta siyaseteke parçebûyî parastin were kirin û bi bîr xist ku gerîla û pêşmerge ku hêzên şervan ên li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê ne, bi canê xwe welêt diparêzin. Koç diyar kir ku li eniya pêşmerge û gerîlayan di parastina welêt de ti pirsgirêk nîne û destnîşan kir ku ji bo siyaseta parçebûyî bandorê li vê qadê neke, divê li eniya leşkerî parastineke hevpar were kirin.
ANF / KERKÛK