Xwenkarên Zanîngeha Çewligê a beşa Ziman û Wêjeya Kurdî par Klûba Xwendinê ya Çewlîgê ava kiribûn û niha jî bi kovara Laser jî derketin pêşberî xwînerên Kurdî.

Kovara Laser bi wan hevokan ji xwînerên Kurdî re dibêje "Merhaba" û wateya "Laser" jî dide zanîn: "Merheba xwînerên delal, bi hejmara yekem a kovara Laserê, em li pêşberî we ne. Dibe ku we navê kovarê û wateya wê meraq kiribe. Di serî de em dixwazim sedema navê kovarê bi kurtasî ji we re rave bikim. Laser an jî lêser peyveke hevpar ya kurmancî û zazakî ye ku tê wateya lehî, sêl, lêser û lêkendê. Em hêvî dikin ku nivîsên vê kovara biçûk û şîrîn wekî lehiyê bi coş û peroş biherikin û bêsekn û rihet xwe bigihînin deryaya edebiyatê.

Ji navê kovarê Laserê jî diyar e ku wê bi kurmancî û zazakî weşana xwe dewam bike. Çimkî kovara me li Çewlîga warê zazayan derdikeve û dixwaze bi nivîsên xwe yên zazakî ve jî rengê xwe weş û war bike. Her wiha em hêvîdar in ku hejmara me ya bê de xwendekarên beşa zazakî û kurmancî wê zêdetir beşdar bibin û vê govenda zimên mil bi mil bigerînin."


'Pêşketina zimanekî girêdayî xwînerên wî zimanî ye'

Xebatkarê Kovara Laser û her wiha xwendakarê Zanîngeha Çewligê a beşa Ziman û Wêjeya Kurdî Ahmet  Subaşi armanca kovarê wiha vedibêje: "Ji roja ku em hatine vê beşê û vir ve em hemû xwendevan, me xwe wek deyndarê kurdî dît û haya me ji berpirsyariya me û barê ku vê beşe dabû ser mile me hebû. Me dizanibû xwendina vê beşe ji beşên din cûdatir e û divê me berpirsyariyek hilgirta ser mile xwe. Lêbelê tenê me Klûba Xwendinê ya Çewlîgê damezirandibû û xebatên ku di vê klûbê de dihatin kirin têrî me nedikirin, ji ber vê sedemê me serê salê  biryara derxistina kovarekê da. Me îsal ev xwesteka xwe bi cih anî û kovara xwe derxist. Pêşketina zimanekî girêdayî xwînerên wî zimanî ye, lewra zimanek eger tenê ji aliye hin mirovan ve bê xeberdan, ev yek tê wê wateyê ku ew ziman li ber sikratan e. Ji ber van sedeman divê kurdî ji aliyê herkesî ve bi taybetî jî ji aliyê xwendekaran ve bê xwendin. Wekî din, hem ji bo bi pêşxistina xwe hem jî bi pêşxistina zimanê kurdî, kovarên xwendekaran cihêkî giring digirin."

 

'Zazakî îro ne pir di rewşeke baş de ye'

Her wiha Ahmet Subaşi bi lêv dike ku gellek nivîs gihaştiye destê wan lî ji wan ya baş neqandine û nivîsên 17 xwendekaran di kovarê de weşiya.

Hêjayî gotinê ye ku Laser cih dide Zazakî jî û hewl didin nivîsên Zazakî zêdetir cih bigre. Ahmet Subaşi derbarê windabûna Zazakî de wiha nêrînên xwe tîne ser zimên: "Zazakî îro ne pir di rewşeke baş de ye û li ber windabûnê ye, bi vebûna beşên zazakî ve belkî ev windabûn piçekî bi dereng bikeve, lê eger xebatên cidî neyên kirin talî ev e. Raporên UNESCO´yê der barê zazakî de wisa dibêjin. Lê belê em wek xwendekarên zimanê kurdî (di rastiyê de divê navê beşê kurmancî bûya) ku lê xwedî derkevin û bi rêya kovar, rojname û hwd. Di jiyana rojane de bihêlin em hêvî dikin ku dê zazakî ji nû ve dê jîn bibe. Lewma ji weşanên kurdî cihekî taybet ji zazakî re vediqetînin. Em ê, xwendekarên beşa zazakî û kurmancî, dest bidin hevdu û ji bo dahatûya zimanê me, çi ji destê me bê em ê bikin."


Klûba Xwendinê ya Çewlîgê

Ji bilî derxistina kovarê xwendakarên beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya  Zaningeha Çewligê û mamoste Klûba Xwendinê ya Çewlîgê damezirandin û heta niha şeş pirtûk û hûrnêrinek xwendine û bi hûrgilî dahûrîna wan kirine. Ahmet Subaşi armanca Klûba Xwendinê ya Çewlîgê wiha ravedike: "Armanca vê klûbê bê guman xwendina pirtûkên kurmancî ye, bi xêra vê klûbê hem kurdîhez hem jî pirtûkhez tên cem hevdu û ji hevdu pirr tiştan hîn dibin. Hejmara xwîneran her ku diçe zêde dibe û em ji bo pêşketinên zêdetir hêvîdar in. Di zimanekî de bo pêşketinê, bê guman xwendina pirtûkan şerta sereke ye. Me xwest ku em bi çalakiyên xwendinê hem xwe pêş de bidin hem jî digel kurdîzanan bikevin danûstendinê. Me salek berê Klûba Xwendinê ya Çewlîgê ava kiribû û di vê klûbê de tenê kurmancî dihate xwendin. Me îsal jî bi pêşengiya hevala Şenay Asutayê Klûba Wendişî ya Çewlîgî ava kir û em di vê klûbê de jî tenê kitabên bi zazakî dixwînin. Ji ber ku klûba me mehek berê hate avakirin me tenê kitaba mamoste Nîhat Çirr ya bi navê Ez Tirkî Nêzana xwend. Em ê sala bê kitabine din jî bixwînin. Ez dixwazim hinekî jî qala klûba me ya bi navê Klûba Ziman û Wêjeyê bikim ku di nava zanîngehê de bi awayekî fermî îsal ji aliye xwendekarên kurmacî û zazakî ve hatiye damezirandin. Bi pirozkirina cejna zimanê kurdî ve, vê klûbê dest bi xebatên xwe kir û di pêşerojê de jî ji bo çalakiyên li ser zimanê kurdî, dê ev klûb xebatan li dar bixe."


Naveroka Kovarê

Di hejmara yekem a kovarê de Kubra Ozturkeri bi mînakan devoka Semsûrê nivisiye. Bi hinek peyvan cudahiya devoka Semsûrî daye ber hev, wek mînak "xwe" di devoka Semsûrê dibe "gendî", "axaftin" jî dibe" dengkirin".

Hesenê Cindî li ser hosteyê tenbûra modern û her wiha bi fîlozoftiya xwe jî navdar Nûr Elî Îlahî bi navê din Ostah Elahî nivisiye. Belkî di nava Kurdan de ew nav ne pir navdar e ji ber  ku wek Farsekî hatiya naskirin lê bi xwe ji Kirmanşahê ye û Kurd e. Hesenê Cindî ew navê gewre di sê beşan de  " Dadgeriya. Fîlozofî û Tenbûra Wî" vekolandiye. Hesenê Cindî di gotara xwe de ji bo Ostad Elahî gotiye: " Nûr Elî Îlahî, ku muzîsyenekî pir navdar e bi navê Ostad Îlahî li hemû Cîhanê

belav bûye. Hemû cîhanê li wan kilamên wî yên resen û bêhempa guhdarî kiriye û cihekî gelek giring jê re veqetandine. Gelê Ewropayê nirxeke mezin daye fikir û ramanên wî û gelek xebat li ser muzîka wî kirine."

Gotara bi serenavê "Li Ser Dergûşan Çend Bawerîyên Balkêş Yên Folklorîk" çanda zayîn û pêşwazîkirina zayîna zarokan ji heremên Sêrt û Agirî/Qereklîsê bi mînakan hatiye berhevkirin. 

Her wiha kovar gelek helbest û çîrokan jî dihundirîne. Çar helbest bi zaravayên Zazakî tê de hatine weşandin.


ÎBRAHÎM BULAK/FRANKFURT