Li Tirkiyê hilbijartina 1’ê Mijdarê di siyasetê de guhertinek bi xwe re neanî. Serokomarê Tirk R.T.Erdogan û partiya wî AKP’ê bi komkujiyan û terora dewletê xelk tirsandin û wekî ku li rejîmên din ên dîktatorî pêk tê; desthilatdarî cardin bi dest xistin; yanî heman desthilata Tirk a kûjer û li hemberê wê heman berxwedana Kurdan. 

Encamên hilbijartinê tên analîzkirin û wer xuya ye ku wê hê jî bêne şîrovekirin. Di nava 5 mehan de zêdebûna 5 mîlyon dengên AKP’ê û herwiha kêmbûna nêzî mîlyonek dengên HDP’ê eger bi awayekî rast neyî analîzkirin; mirov wê bi hêsanî bikeve bin bandora şerê psîkolojîk ê dewleta Tirk.

Di analîzan de feraseteke wer derdikeve pêş; ku êrîş û komkujiyên dewletê ji nedîtinê ve tên; lê li beramberê vê yekê tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdî û HDP’ê tê sûcdarkirin. Mirov hewce nabîne ku bahsa komkujî, wêrankirina navçeyan, bombekirina gund û goristanan, girtina bi sedan Kurdan, şewitandina bûroyên HDP’ê û kuştina 263 sivîlan a ji hêla hêzên dewletê ve bike. Di analîzan de manîpûlasyoneke berbiçav li dar e û raya giştî pê tê xapandin.

Bi şîroveyên wekî; ku HDP’ê pirr giran wenda kiriye û her tişt ji dest çûye ve hişê xelkê tê tevlîhevkirin. Hinek Kurd û HDP’î jî dikevin bin bandora van analîzan; ku sûcê kêmbûna reyên HDP’ê di îlankirina rêveberiyên xweser û ‘kolandina xendekan’ de digerin!.. 

Ên ku van analîzan dikin; darbeya Erdogan û AKP’ê ya ku ji 7’ê Hezîranê vir de wek planekî endazyariyê tê rêsandin û bi her sazî û hêza dewletê ve hewldanên rejîmê yên ji bo perçiqandina vîna Kurdan jinedîtinê ve tên. Divê mirov kêmbûna reyên HDP’ê tam jî di vê ferasetê de bigere.

Doç. Dr. Nazan Ûstûndag kêmbûna reyên HDP’ê wisa şîrove dike: “HDP’ê li şûna ku li hemberî êrîşên desthilatdariyê navgînên berxwedanê pêş bixe, tenê bi rolekî wek kedîkirina PKK’ê ve mijûl bû. HDP’ê li hember jiholêrakirina rewşa aştiyê vegotin û pratîkeke rast dernexist holê.”

Îlankirina rêveberiyên xweser, ji hêla dewleta Tirk ve hate krîmînalîzekirin û raya giştî ya Tirkiyê û ya cîhanî bi propagandayeke reş hatin xapandin. Kurdan tenê wek daxwazeke bêguneyî û mesûmane rêveberiyên xweser îlan kirin; lê AKP’ê û Erdogan bi teroreke dijwar bersiv dan vê daxwaziyê. Îlankirina xweseriyê wek raperîneke çekdarî ji cîhanê re hat nîşandan û navçeyên ku xweserî lê hatin îlan kirin, dan ber top û bombeyan û bi sedan zarok, jin, kal û ciwanên Kurd kuştin.

Yanî êrîşkar û kujer dewlet bi xwe ye; lê daxwaziya Kurdan a di rejîmeke demokratîk de jiyaneke xweser tê terorîzekirin. Yanî mesele ne ‘kolandina xendekan’ û ‘venekirina navbera HDP û PKK’ê’ ye, berovajî vê yekê mesele terora dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan û AKP’ê bi xwe ye.

Yanî encamên hilbijartina li Tirkiyê ya ku bi despotîzmê û bikaranîna terora dewletê bûye wek parçeyekî kaosa Rojhilata Navîn û xelkê bi komkujiyan ditirsîne; wekî encamên hilbijarteneke li rejîmên demokratîk ên mîna Norwec an Swîsreyê tên şîrovekirin. Şaşitî di vê nêrînê de ye.

Tirkiye bi her awayî wek dîktatoriyeke mîna yên din ên li Rojhilata Navîn tevdigere û ji bo jiholêrakirina vîna Kurdî her cûre komkujî xistiye meriyetê. Bangên Kurdan ên vegera ser maseya çareseriyê û bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkê bi komkujiyan dibersivîne.

Li hember bilindikirina şerê li dijî Kurdan ê ji hêla Erdogan û AKP’ê ve, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî bêçalakiya ku ji bo aramiya pêkanîna hilbijartinê yekalî îlan kirîbû, bi dawî anî. 

Yanî, hilbijartina 1’ê Mijdarê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî û pirsgirêkên din ên li Tirkiyê tu hêviyeke nû dernexist holê. Hêvî tenê rêjeya dengên HDP’ê yên ji sedî 10.8, yanî 5 mîlyon kesên ku li hemberê teror û komkujiyên dewletê, ji bo bilindkirina hêviya aştî, azadî û demokrasiyê li dora HDP’ê hatine cem hev û ji vê hêviyê veneqetiyan in. Hêvî, têkoşîna li Lîcê, Farqîn, Gever û Cizîrê ya ji bo jiyaneke xweser û azad e.