Ez ê ku di dil xwe de dikarim bi gewriya peyvê bigirim û wê wekî şox û şengeke bejn-Kurdî  bikim nivîs û vezilînim li ser kaxizê, duh bi pirsa ‘vê heftiyê çi binivîsim, çi nenivîsim? tengijim, pengizîm… bûm piç û parî!
Û min nema karî xwe bidim hev, xwe bi ser hevdim!
Ne çixareya ku min xwest bi hawara min ve were ez sanisandim, ne jî qehweya ku min xwest gewriya min şil bike hewna min anî: Soxî bi bi mirûsekî tehl û xulqekî teng ji ser kusiyê û ji ber ‘kumpiyûtera ber dilê xwe’ *rabûm…
Ez ê ferbûyê jiyana xaniyekî bi hewş û hewşeke bi darûber, piştî her xulktengîyê, di vê şiqaya* ku her odeyê dişibînim ‘hucre’yên 12 ê Îlonê; ji vê odeyê wê odeyê, herî dawî berê xwe didim ‘paceya dergehê xwezayê; şaneşîna seranser camkirî.
Ji rojê hez dikim ez jî wekî her zarokê rojê.
Û ji şînahiyê, ji keskiya kevzî, ji lerzereqsa li ser dika hewayê a bê û pel û pelçimên bi daran ve …
Çavên min, li der li çivîkên beytik digerin. Naxuyin. Ji sedî sed, dibêjim, ji ber germa ku li ber xwe dide da ku demsal wê veneguhere hênikahiyê; wekî awereyên li ber siya sikakan, wan jî xwe avêtine bextê qurçikeke hênik.
Lê hênikayî û ev bajar? dibêjim.
Ji hêtên avahiyên betonî ên di ber hev de wekî şitlên sipînadaran bi tov, germahiyeke dûkelî dertê û wekî leylanekê li ser riya di navbera Nisêbînê û Qoserê, ku geh xuya dibe û paşê dibe nebedî; li kolanê vezilandî ye…
Çavên min nabire ku derkevim der. Dudilî me. Ji hêlekê de hestên min min dahf didin der, da li xwe yê xwe wendakirî bigerim, ji hêlekê de hizra vegerim ber ‘kompiyûtira ber dilê xwe’ di qada ruhê min de diberizin hev. Wê heynê, di gerîneka vê dilodînitiyê de, ji xwe re dibêjim ‘tu derkevî; car û cîranê te bibînin, eseh dê ve bibihurînin di dilê xwe de: Ev ê por dirêj vê germê li çiyê xwe digere?
Ez li çi digerim?
Bi rastî, li welatekî bindest, li welatekî ku bi yê gundî re yê bajarî, bi yê li çiyê re yê li beriyê, bi yê li ber rojê re yê li ber siyê… yanî zana û nezan, dewlemend û xîzan… û li tevî mêran jin; destên xwe dirêjî pêşerojeke ron û jiyaneke bi rûmet dikin, ji azadiyê pê ve li çi digerin?
Azadî?!
Berî sih salan min çarînek lêkiribû:
heya gornê tu hisret î
ji her dilî re bereket î
gelek şa bûn bi navê te
j’ min re tu aqûbet î.*
Piştî sih salan li ler piyan, li ber şaneşîna seranser camkirî li der dinerim. Di bîra min de ye ku berî 19 salan li vî bajarî, destên kirêt û tarî kirin ku soringiya xwînê li por û riha wî ya spî  spî serhedî, vede. Henekên wî, kenê wî, mala wî ya li Stilîlê tê ber çavên min. Tê bira min, ku min zelete çêkir, wî jî savar û tirşikeke bi tahm. Û em; ez, ew û biraziyê wî Sedat li ser maseya tepî a li hewşê bi kevçiyan kişiyan ser girar û tirşikê.
Bîranîn dike ku  xelînek xwe berde nava hinavên min.
Xwe xwe dibêjim, wekî zarok bindest bi ser piyan ketim, bindest bindest bûm kalekîmîna te  rihspî. Naxwazim bindest bindest bimrim,Mûsa! Naxwazim zarokên min wekî min bindest mezin bibin.
Bi şika ku qêrîna nava min hinekan bihîstibe, li dora xwe dinerim. Hevokek li hêviyê pêçayî dipeke ji devê min: ‘Qelenê azadiyê xwin be; xelata wê ashtî ye.
Bi rûyekî geş û ruhekî haş vedigerim ber ‘kompiyûtera ber dilê xwe’.
Rûpala xwe facebook’ê vedikim, û hima wisa xweber van ristan lê dikim:
Wekî îro
Destê êvara payîzeke kitanzer
Li kolaneke vî bajarê rûqemer
Mûsa kuştin,
Kuştin Mûsa Anter!
Bi hêviya ku aştî birîndar nebe, azadî neyê kuştin, Mûsayê min!
*‘Kompiyûtira ber dilê min’ navê berhemeke Mahmûd Lewendî ye
*Çarîna bi sernavê Azadî, ji dosyaya Payîza Peyvê A.Arî
*Şiqe: xanî. Xaniyê di apartmanen de,başûrî wisa dibêjin