Ew ji hefteyekê zêdetir e ku ji ber hewldana dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya artêşa Îranê li Herêma Qendîl di navbera hêzên HRK’ê û artêşa Îranê de şerên dijwar rû didin. Li Herêma em lê diman heta niha bêdengiyeke veşartî ku ha biteqe ha biteqe hebû. Gundiyên li vê herêmê yên her tim koçberî, êş, birçîbûn û ya sereke jî mirin her para wan bû û mirovên ku sewalên xwe anîbûn zozanan çi bi erebeyan, çi bi meş; zarok, jin, pîr û kal, ciwan ketibûn riyan –riyên bi toz, kevir, kortal- û li pêşiya wan keriyên wan...
Di rûyên hemûyan de jî xemgîniyek ku ji Kurd ne xerîb peyda dibû; lê dema te silav dida, bi carekê re destên xwe bilind dikirin û bi hemû xemgîniya xwe beşişbûnek dibû bersiv ji silava te re. Gerîlayên HRK’ê di nav amadekariyên bê rawestan de bûn. Ji aliyekî jî lênûsên helbestan, bîranîn, rojane û albûmên xwe vedişartin.

Bomberbarana mîna brûskên zivistanê
24’ê Tîrmehê 2011’an ber danê nîvro çend peşkên baranê barîn. Ewran mîna ku bi bayê re di nav senfoniyeke ku ji dengê pelê daran nebêpar bi hemû îhtîşama xwe di guhan de dibûn qêrîn û bandor dikir hemû xweza. Ne asîman mîna demsala havînê bû, ne jî meha tîrmehê mîna xwe bû; jixwe stêrkan û heyvê rêya xwe wenda kiribûn û ew çend roj bûn ku pêjna heyvê jî nedihat. Her tişt ango her tişt hatibû guhertin. Xem, keser careke din bi axê ketibû.
Saet heft û nîvê êvarî bi yekcarê re hejiya erd. Û mîna brûsken zivistanê bombebaranek bê navber dest pê kir, ji aliyê artêşa Îranê ve. Hemû gerîlayên kampa ku em lê diman xwe gihandin çeperên xwe. Di atmosfera ku dijiyan de tiştekî cuda ku bala mirov kişandiba tune bû. Hinekî bi lez tevdigeriyan û hew.  Bi saetan bombebaranê berdewam kir. Dema topên hewanan li nêzî me diketin, hejandina axê em jî bi xwe re dihejandin. Her wiha qedexe bû ku mirov serê xwe di çeperê de bilind bike.

Hêzên dagirken bûne yek
Kêliyekê bê dengiyek çêbû û pê re dengê balafira keşfê ya Amerîka hat. Dibe ku mirov li cihekî din ba û hinekan behsa tiştekî wer kiriba, dê ji mirov re balkêş û bi guman hatiba. Lê ew rastiyek bû û hemû hêzên navneteweyî -çi yên xwe wekî dijminan didan xuyakirin, çi yên xwe serbixwe didan xuyakirin- li dijî Kurd û Kurdistan û bi taybet li dijî Tevgera Azadiya Kurdistan ku bi felsefe û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû meyandin, bibûn yek. Balafira keşfê nizm difiriya. Dengê wê mîna mêşekê li hawîrdor belav dibû. Li gorî gerîlayan îstixbarata ku digre di heman kêliyê dide dewleta Tirkiyê; ew jî dide Îran û bi wî awayî Îran bombebaranê dike.

Gundî hatin kuştin
Piştî demekê ku dengê balafira keşfê qut bû, careke din bombebaranê berdewam kir… heta ber destê sibe.
Bi beyaniyê re fermandarê kampê, bêtêl di dest de, hat. Berê hemû gerîllayan zivirî ber bi wî ve. Di awirên wî de diyar dibû ku xeberek ne bi xêr wergirtiye. Û ji xwe dema behs kir ku, “di bombebarana şevê din de, artêşa Îranê bi taybet gund hedef girtine û di encama wê de du gundiyan jiyana xwe ji dest daye, bi dehan birîndar hene; di heman demê de bi dehan heywan telef bûne û mal wêran bûne,” heman awir li ser rûyê her gerîlayekî xuyabû.
Taştêya wan di nîvî de ma û kesî li rûyê kesî nedinihêrî. Kî dizane, dibe ku nedixwestin bi awirên xwe yên xemgîn hevalên xwe jî bi tesîr bikin. Lê weke min gotibû; ya ku wê kêliyê dijiyan heman hest û heman êş bû...

YEKTA ŞOREŞ-ANF