
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ji bo hevdîtin û xebatên li derveyî welat serdana Avusturya, Hollanda û Belçîkayê kir. Demirtaş di vê geşta xwe de li Viyanayê starta xebatên hilbijartina pêşdem ya 1 ê Mijdarê jî da. Di serdana wî ya li paytexta Belçîka Brukselê de me li ser bûyerên dawî, rewşa Tirkiye û AKP ê, xweseriya demokratîk û xwerêveberî, wisa jî li ser rewşa HDP´ê gotûbêjek pê re kir. Selahattîn Demîrtaş ligel ku ji rewşa şer a dawiyê, êrîşkariya dewleta Tirk û AKP´ê, nexwasim jî komkujî û kuştinên dawiyê xemgîn bû, lê di warê hêvî û baweriyê de tabloyeke serkeftî pêşkêş dike. Demîrtaş herwisa bang li gelê Kurd yê li dîasporayê dike ku ji berê jî pirtir li sindoqan û li hilbijartinê xwedî derkevin.
Bûyer û geşedanên dawiyê didin nîşan ku rewş ber bi aloziyeke dijwartir ve diçe, gelo piştî hilbijartinan hûn li benda pêvajoyeke wiha bûn?
Ev biryar beriya hilbijatrinê hatibû dayîn, hovîtiya dema hilbijartinan jî vê diselmîne. Niha jî ti nîşane nînin ku bibêjin pêvajo careke din wê veguhere hevdîtinên aştî û mûzakereyan. Mixabin zext û stema li ser gelê Kurd roj bi roj zêde dibe û gihiştiye asta herî bilind. Li ser vê biryarê desthilata AKP´ê û tevahiya hêzên dewleta Tirk li hev kirine. Em ji vê pêvajoyê şaş û metel neman, li Mersîn, Tarsus, Erzurum, Amed û gelek deveran barbariyên bê emsal kirin, ji destpêka hilbijartinan heta roja dawiyê jixwe em di nav mercên şer de bûn.
Niha hûn bi hêztir in, 80 parlamenter û destekeke mezin a gel heye, lê rê nadin hûn vê hêzê bi kar bînin, hûn ê çawa di ser vê çembera faşîzan re derbas bibin?
Ji 6 milyon dengên me girtî, nêzî 5 milyonan dengên Kurdan bûn. Yên din jî Tirk, Ermenî, Ereb û gelên din bûn. Ya herî girîng me berê ji bilî Kurdan ji kesên din pir hindik deng digirtin, niha ji sedî 2 dengên deverên din ber bi me ve hatine. Ev ji bo me serkeftin e.
Komkujiya Pirsûsê di tariyê de ma; kiryar AKP ye, dewlet e, yan hêzên piralî ne?
Eger dewletê bixwesta karîbû bide sekinandin. Li gorî pêzanîna me dewlet an jî hêzên di nav dewletê de agahdar bûn, lê asteng nekirin û rê li ber vê komkujiyê vekirin. Herwisa xwestin ku AKP´ê jî wek mexdûra DAÎŞ´ê bidin nîşan. Xwestin derseke giran jî bidin ciwanên sosyalîst û kesên bi Kurdan re di nav hevkariyê de ne, wisa jî tirsandina Tirkên li cem HDP´ê jî kirin armanc. Ji ber wê jî ji dewletê ne cuda ye, ji AKP´ê jî ne cuda ye.
Gelo îhtimala girtina HDP ê heye?
Ev îhtimal nîne. Li gorî qanûnên li Tirkiyeyê ti sedem nînin ku partiya me bê girtin. Jixwe partiyeke nû ye û du salî ye. Piştî hilbijartinên 7´ê Hezîranê jî bi qasî MHP´ê endamên xwe wek partiya sêyem xistiye parlamentoyê. Piştî 7´ê Hezîranê ti kiryar û gotinên ku bibe sedema girtinê jî nehatine kirin. Ev gotin bi hinceta çalakiyên PKK´ê ku bikin sedema zexta li ser HDP´ê hate rojevê.
Ji devê Demîrtaş xweseriya demoktatîk çi ye, çi di naveroka wê de heye?
Em wek partî dixwazin ku xwerêveberî ango xweseriya demmokratîk li tevahiya Tirkiyeyê wek pergaleke civakî bê naskirin. Ev di bernameya partiya me de heye, ne tenê ji bo Kurdan herwisa ji bo rojavayê Tirkiyeyê jî em vê modelê guncaw dibînin. Daxwaza siyasî ya gelê Kurd daxwaza fermî ya partiya me ye jî. Daxwaza gel ya dibêje; ez êdî rêveberiya navendî nas nakim û erka xwe ya herêmî dixwazim, pîroz e. Belkî di demeke kurt de nekeve meriyetê, lê ji aliyê dîrokî ve girîng e.
Divê erkên berfireh ji bo rêveberiyên herêmî bêne dayîn. Xweseriya dîrokî ya Kurdistanê jî divê nû bike, wisa jî ev modela ku li gelek welatên demokratîk li dar e, ji bo Tirkiyeyê jî wê baştir be, Tirkiye welatekî pirçandî, pir neteweyî û mezin e. Welatekî wiha ji aliyê mirovekî ve an jî ji aliyê navendekê ve çawa tê birêvebirin? Ev dijberiya demokrasiyê ye. Ji ber ku ev nîne, Kurd ji aliyên karmend û bûrokratên tayînkirî ve tên îdarekirin. Wisa jî nikare xizmeteke rastîn û dadwer bibîne. Bi zimanê dayîkê nikare xizmetê bibîne, bi çanda xwe nikare bijî, ji aliyê aborî ve nikare welatê xwe şênber bike, li dijî hejariyê jî nikare têkoşe û wd.
Xweseri tê înşakirin, pergala aborî ya alternatîf, ya perwerdeyê, kooperatîf, polîtîkayên alternatîf yên civakî, ev ji aliyê şaredariyan û xelkê medenî ve yek bi yek dikarin bên kirin. Herwisa ev divê bi desteka karsazan, karkeran û gundiyan bê sazkirin. Xweparastin mafê gel yê rewa ye, lê bi tenê îlankirin û bi parastina bi riya çekan jî têrî nake, birêz Ocalan jî gelek caran em li ser vî hişyar kiribûn.
Di serdana we de ev babet hate rojevê, pirsên wiha ji we kirin?
Belê, li gelek cihan rêveberên dewletan dipirsin. Dibêjin kî ne ev çekdarên çalakger, mebesta wan çi ye? Divê em xweseriyê bi wî awayî nedin nasandin, xweserî ne tenê ew e. Dikare li pêş destkeftiyên siyasî yên Kurdan bibe asteng û şaş bide fêmkirin. Li aliyê din ji dewletê re dibe hincet û gêncan, sivîlan înfaz dike. Jixwe AKP di warê kuştina mirovan de bêperwa ye, dibêje; ji bo parastina te ez te dikujim.
Têkiliya şerê li ser Kurdan hatî ferzkirin û ragihandina xweseriyan heye?
Ev ne xebateke di çarçoveya HDP û PKK ê de ye. Meclîsên sivîl ên gel li dijî zilma karmendên tayînkirî serî hildidin. Tu parlamenterên gel nas nakî, şaredariyên wî nas nakî, serokatiya wî nas nakî, tecrîd dikî, mûzakere dikî lê nîvco dihêlî, ti daxwazên wî bi rêzdarî û jidil pêşwazî nakî. Wê ev gel çi bike? Riyên meşrû yên li dijî zilm û zordariyê jî hene.
Gelo hûn li garantoriyeke bêalî digerin da ku desthilatdairya dewletê wiha bê rêgez tevnegere?
Em bi AKP´ê ne bawer in, helbet piştî hilbijartinan çi dibe, AKP dimîne yan namîne, pergaleke çawa tê himatê, em nizanin. Lê eger hevdîtin jinûve dest pê bikin, kîjan partî dibe bila bibe, hewcedarî bi aliyekî din, bi çavekî sêyem heye. Dibe ku hêzeke navneteweyî jî be. Sazî û rêxistinên sivîl yên xebatên sazkirina aştiyê dikin hene, kesayetên mirovhez û hûmanîter hene, hind welatên ku dixwazin wek garantor alîkariyê bikin hene, hind bang û hevdîtinên me hene. Ya rastî raya giştî ya navneteweyî pir germ li babetê dinêre. Gelek aliyên navneteweyî em agahdar kirin ku amade ne beşdarî van xebat û hevdîtinan bibin.
Niha rê nadin hevdîtinên birêz Abdullah Ocalan, gelo haya birêz Ocalan ji van bûyeran an jî haya we ji rewşa wî heye?
Piştî 4 ê Nîsanê bi ti awayî me agahî ji birêz Ocalan negirtiye. Erdogan mutabaqata li Dolmabahçeyê red kir. Piştre tecrîd dan destpêkirin. Niha em nizanin ka birêz Ocalan ji bo pêvajoyê çi difikire.
Eger şer wiha dewam bike....
Li gorî encama dengên HDP´ê wê diyar bibe, eger em li xwe zêde bikin û ew nebin desthilat, wê mercên dewamkirina vî şerî jî ji holê rabin. Lê eger dengên wan zêde bibin û bibin desthilat wê di polîtîkaya şer de israr bikin û ev pêvajoya rûxîner dewam bike.
Cihan mîna berê piştgiriya AKP ê nake. Gelo li gel vê têkçûna îtîbarê jî wê bikare di şer de israr bike?
Tirkiye ji bilî Qetar û Erebîstanê ji ti hêzên navneteweyî alîkariyê nagire. Ew jî di babeta DAÎŞ, El Nusra û weki din de hevrengên hev in. AKP di polîkaya derve de bi tevahî îzole û teşhîr bûye. Ji Yekîtiya Ewropayê heta DYA´yê ji Îran heta Çînê li her derê rexneyên giran li AKP´ê tên kirin. Ev siyaseta wan a kirêt civaka Tirkiyeyê jî di zehmetiyan de dihêle. Îşareta wan a jêvegerê jî nîne.
Lihevkirina bi DYA û bi koalîsyona li DAÎŞ ê re tê çi maneyê? AKP li aliyekî qaq dike û li aliyekî hêkê dike...
Dinya dizane ku di nav çi kiryaran de bûne. Wek alîgir û alîkarê DAÎŞ´ê hatine nasîn û qebûlkirin. Ev hewldanên wan têra bilinkirina krediya wan nake. Şerê li dijî Kurdan dane destpêkirin, li ser aramiya herêmê jî bandoreke neçê dike. Ji ber şerê li dijî PKK´ê nefesê bi DAÎŞ´ê dide girtin û cîhan vêna qebûl nake.
Li başûrê Kurdistanê jî rewş ne hinde aram e. Ev demek e aloziya hilbijartina serokê herêmê û nakokiyên pircure hene...
Salên dirêj e em ji bo kombûna konferanseke neteweyî ya kurd di nav xebatê de ne. Mixabin ev pêknehat. Ji ber ku konferanseke neteweyî kom nabe, pirsgirêkên bi vî rengî jî vediguherin qeyraneke mezin û neteweyî. Di demekê de ku qedera Kurdan li Rojhelata Navîn jinûve tê nivîsandin, mixabin pirsgirêka serokatiyê li başûr dibe qeyran. Em xemgîn dibin. Banga me li tevahiya Kurdistanê ye ku li ser esasên berjewendiyên gelê Kurd û Kurdistanê li hev bikin. Em li hemberî biryara gelê Başûr rêzdar in. Ev rewşa aloz li her derê û di qada navneteweyî de jî hêza Kurdan lawaz dike. Em hêvîdar in ku di nav aştî û wekheviyê de li hev bikin.
Li ba we reşbînî heye?
Salên 2000´î bi hilbijartinan derbas bûn û me di ti hilbijartinê de wenda nekiriye. Niha li pêşiya me hilbijartineke din heye, ev jî ji aliyê encamgirtinê ve belkî ya herî girîng e. Ya yekê; em ji hilbijartinan natirsin, ya duyê; êrîşkariya AKP´ê ji bêçaretiya AKP´ê encam dide. AKP lawaz û têkçûyî ye, em bi moral û bi bawerî ne. Em xwediyê dozeke pîroz in. Me ev feraset berê jî avêtibû ser sergoya dîrokê û niha jî wek gel, wek rêxistin em dikarin bi ser bikevin. Em wek tevgera azadiyê ya Kurd bi hemû hêza xwe ve di nav kar de ne. Wezîfeya me mezintirkirina HDP´ê û mayîndekirina wê ya di nav civaka Tirkiyeyê de ye. Eger em di vê hilbijartinê de jî dengên xwe zêde bikin, HDP wê bibe partiya sereke ya çareseriya pirsgirêkên li welat. Herwisa eger em AKP´ê di vê hilbijartinê de mehkûm bikin, dê pêşiya çareseriyê jî ji herdemê bêhtir vebe.
Herwisa ez bi riya rojnameya we silav û rêzên xwe ji gelê me yê li Ewrûpa û ji hevrêyên me re dişînim. Ji niha ve di xebatên hilbijartinan de serkeftinê dixwazim. Di 8 ê Cotmehê de li Ewrûpa dengdan dest pê dike, hêvîdar im heta wê demê tevahiya amadekariyên xwe pêkbînin û xwedî li sindoqan derkevin...
YEKO ARDIL/BRUKSEL