Şoreşa Rojava şoreşa jinê ya mîrateya wê zêdetirî 20 salan e. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kuristanê re, jinan xwe bi rêxistin kir û tevlî nava xebatên şoreşê bûn. Jin di bin sîwana rêxistina jinên Rojavayê Kurdistanê Yekîtiya Star de li gund û bajaran dest bi ava kirina meclis û komînên xwe yên taybet kirin û bi rêya van meclisan xebat û çalakiyên xwe birêve birin. Hewldan ku hemû jinên di nava civakê de birêxistin bikin da ku tu jin derveyî rêxistinê nemîne.

Ev têkoşîna xwe bi armanca avakirin û rêxistinkirina civakeke wekhev ku tê de mafê jinan bê parastin, gihandina gel a azadî û rizgariyê meşand. Kedeke gelek mezin û bedelên giran jî dan. Di her kêli û her nefesê de de ji bo azadiyê têkoşîya. Bi her gavek jinan re bingeha jiyaneke nû hate danîn. Jin bi şoreşa xwe derî li şoreşên nû vekir. 

Ji bo vê jî ne tenê di qada eskerî de, di her qadên civakê de weke hêza diyarker cîh girt û pêşengî kir. Di nav van xebatan de  xebatên perwerde û rêxistinî cihekî girîng girtın. Bi armanca avakirina civaka siyasî û exlaqî, avakirina kadroyên pispor û bilindkirina têkoşîna jinan, di bin sîwana Akademiyên Star yên Ramanê de li her sê kantonên Rojava dewreyên perwerdeyê hatin vekirin û bi sedan jin perwerde dîtin. Yekîtiya Star, ji bo perwerdekirina jinên ciwan ji akademî vekir. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan li gelek bajarên weke Serêkaniyê, Minbic, Tiltemir û Hesekê navendên zanist û pêrwerdeyê hatin vekirin. Jin bi vê yekê gav bi gav hêz û rêxistinbûna xwe mezin kir û barê şoreşê hilgirt. Xebatên perwerde û parastinê bi hev re hatin meşandin û ev bûn bingeh û misogeriya Şoreşa Rojava. 


Jin barê şoreşê hilgirt

Di xebatên çand û ziman de jin pêşengî kir, bû mamosteyê civakê û hêza parastina zimanê Kurdî; bi hezaran mamoste û şagirt perwerde kir, di vekirina dibistanan de pêşengî kir, Şoreşa Rojava kir "Şoreşa Ziman."

Her weha di nav şer û mercên şer û ambargoyê de xebatên aboriyê jî meşandin. Bi destê jinan gelek komîteyên aborî yên taybet hatin sazkirin. Ji aliyekî ve pêdiviyan bajar û herema xwe, ji alıyê din ve jî pêdiviyên bi hezaran kesên ji ber şer koçî Rojava bûne bi cîh anîn. 

Jin di warê siyasî, diplomasî û huqûqê jî li pêş bû. Li her derê sîstema hevserokatiya da rûniştandin. Cara yekem jin bûn seroka herêmekê a Kurdistanê. Jinê temsîla ceweherê şoreşê kir û kesayeta rast a jina şoreşger derxist holê. Civak li gorî mafên jinê, reng û vîna jinê ji nû ve saz kir. Di dewsa qanûnên dagirkerî û zordestiyê yên rejîma BAAS'ê de, zagoneke nû li gorî pîvanên mirovahîyê amade kirin. Bi van qanûnan jî jin parastin. 


Heza parastinê YPJ

Di Şoreşa Rojava de keda û qehramaniya herî mezîn di xebatên eskerî û parastinê de nîşan da. Di êniyên herî pêş a şer de cîh girtin. Têkoşîna rizgariya Kurdistanê, ya xwe û hemû jinan kirin yek. Sîstema xweparastinê a taybet ava kirin, bûn hêza herî bingehîn a şoreşê. 

Di çarçoveya pêkanîna sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina herêmên Rêveberiya Xweser de, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ)  hatin avakirin. Bi hezaran jinên Kurd cihê xwe di refên YPJ’ê de girtin û berpirsyariya parastina herêmên xwe girtin ser milê xwe.

YPJ her roj bi roj mezin bû. Gelek tabûr û tugayên YPJ’ê li hemû bajarên herêmên Rojavayê Kurdistanê hatin avakirin. Di 23 Sibata 2013’an de, yekemîn tabûra YPJ’ê li navçeya Cindirêsê ya Kantona Efrînê di bin navê tabûra Şehîd Rûken de, hat damezrandin. Di 8’ê Adara heman salê de jî li bajarê Qamişlo tabûra bi navê tabûra Şehîd Edalet hat damezrandin. Her ku jin herikîn nav refên şoreşê, taburên YPJ zêde bûn. Di 2’yê Nîsana sala 2013’an de jî konferansa damezrêner a YPJ’ê hat lidar xistin.


Bi dehan navêndên YPJ hatin vekirin 

YPJ xwe li hemû bajarên herêmên Rojavayê Kurdistanê bi rêxistin kir, hêza xwe mezin kir, li eniyên pêş ên çeperên şer de cihê xwe girt. Li dijî diminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ'ê şer kir û şervanên jin gelek bedel jî dan. Fermandara YPJ Silava, ku di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, bû yekemîn şehîda YPJ. 

Piştî fermandara YPJ Silava bi hezaran jin ji bo jiyaneke bi rûmet û parastina welatê xwe tevlî nav refên YPJ bûn. Bi zêdebûna şervanan re li hemû bajarên kantonên Cizîrê, Kobanê û Efrînê navenden perwerdeyê hatin vekirin. Ne tenê jinên Kurd, jinên ji hemû pêkhateyên Rojava cihê xwe di van navendan de girtin û xwe birêxistin kirin.


20 navêndên asayîşê hatin vekirin 

Bi armanca parastina nirx û deskeftiyên Şoreşa Rojava jin cihê xwe di hêzên asayîşê de jî girt. Di 13’ê Tebaxa 2013’an de hêzên asayîşa jinê li bajarê Qamişlo yekemîn civîna xwe lidar xistin. Di salên borî de 20 navendên asayîşê li kantonên Cizîrê, Kobanê, Efrînê û bajarê Helebê hatin vekirin. Li hemberî dagirkerî û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ji bo azadiya jinê, jiyaneke mirovane şer kirin. Bi vê yekê ji tevahiya jinên cîhanê re bû mînaka jina parazvana xwe, gelê xwe û welatê xwe.


Destana lehengiyê: Arîn Mîrkan

Berxwedana Kobanê ji bo Şoreşa Rojava û gelê Kurd rûpeleke nû vekir û bû miladek. Di çeperên herî pêş de jin cihê xwe girtin. Ev nêzî 40 sal bûn ku jina Kurd di nav tekoşîna azadiyê de cîh girtibû, bi ked û qehremaniya xwe di qadên gerîlla û siyasî de gavên dîrokî avêtibûn. Lê heta niha cihan dengê jina Kurd nebihistibû û çavên xwe lê girtibû. 

YPJ ku li ser vê bingeha têkoşîna jina Kurda hate damezrandin, bi berxwedana xwe ya li Kobanê dengê jina Kurd, hawara jina Kurd gihand tevahiya cîhanê.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê di 5’ê Mijdara 2014’an de hewl dan ji aliyê girê Miştenûrê ve êrîş bikin, hêzên YPG/YPJ’ê berxwedaneke bê hempa li dijî wan hate meşandin. Ji bo pêşîgirtina çeteyên DAIŞ’ê ya ber bi bajarê Kobanê ve, şervana YPJ’ê Arîn Mîrkan bedena xwe kir mertal. Çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran û yên herî pêşketî li dijî wan şer dikirin. Çeka şervanên YPG/YPJ jî vîna wan û baweriya wan bû. Soz dabûn ku welatên xwe ji van çeteyên barbar re nehêlin û ji bo vê çi pêwist bê dikirin. Arîn Mirxan ji bo hevalê xwe biparêze bedena xwe kir çek û bombayan êrîşî çeteyên DAIŞ'ê kir. Peyam da ku çeteyên DAIŞ'ê tu carî nikaribin Kobanê bidest bixin. Ev peyama Arîn Mîrkan li tevahiya cîhanê belav bû. Bi vê peyamê re gelê Kurd û yên cîhanê hatin hawara Kobanê, dest dane Kobanê. Hin ji wan ji bo dengê Arîn Mîrkan bigihine daketin qadan, hin ji wan alîkarî dan û hin ji wan jî sînoran derbas kir û berê xwe dan Kobanê. 


Berxwedana YPJ bû sembola xeta azadiyê 

Berxwedana şervanên YPJ a li hemberî çeteyên barbar yên DAIŞ'ê bû sembola xeta azadî û mirovahiyê. YPJ di serî de tola jinên Kurd ên Êzîdî ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dîlgirtin, tola hemû jinên bindest hildide. Ev berxwedana bê hempa li hemû cîhanê deng veda. Deriyekû nû yê azadiyê vekir; ji bo jina Kurd û hemû jinên cihanê. Li hemberî koletî, bindestî, dijwarî û hemû neheqiyên li hemberî jinê bû xeteke azadiyê a alternatîf. YPJ weke sterkek azadiyê bilind bû, bal kişand. Ji dehan welatan bi sedan rojnamevan herikîn cem şervanên YPJ. Di rûpêlên pêş yên rojname û kovarên bi nav û deng de cih girtin û hîn jî digirin. YPJ êdî ne tenê hêza parastina jinên Kurd e. Ew jî û jinên cîhanê jî dizanin ku ew hêza parastina hemû jinên Rojhilata navîn û tevahiya cîhanê ye.