Şoreşa Rojava ku bû hevî û baweriya gelan 8 sal li pey xwe hiştin. Hevserokê PYD'ê Enwer Muslim, diyar kir ku piştî gavên şoreşê hatin avêtin, rêveberiya yek rengî bi dawî bû û rêveberî û jiyana pir rengî, pir çandî û pir zimanî ket pratîkê û got: "Şoreş didome. Hêj gelek gavên em bavêjin hene." NAZIM DAŞTAN MA/QAMIŞLO Li Bakur û Rojhilata Sûrî di 19'ê Tîrmeha 2011'an de Şoreşa Rojava dest pê kir û şoreş ket 8 saliya xwe. Şoreşa Rojava ku ku ewil li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş ket, li hemû herêma Sûriyeyê belav bû û niha ji gelê Rojhilata Navîn re dibe ronahî û mînak. Şoreşa Rojava êdî ji bo hemû gelê bindest ê herêmê bûye hevî û bawerî. Şoreşa Rojava tevî hemû êriş, astengî û şerê li herêmê dîsa pêş dikeve û ji bo gelê herêmê dibe heviyeke nû ya jiyanê. Hevserokê Giştî yê PYD'ê Enwer Muslim, qala şoreşê kir. Dema rejîmê yekrengî hebû Enver Muslim, anî ziman bu beriya Şoreşa Rojava pêş bikeve, Rejima BAAS ku li Sûriyeyê îqtîdar bû, li ser gelên herêmê yek reng û yek rêveberî ferz dikir û wiha got: "Di serdema Rejîma BAAS de hemû bawerî, çand û zimanê heyî dihatin redkirin. Pergalê bi yek reng û yek partiyê hebûna xwe didomand. Li herêmê yek ziman li ser gelan ferz dikir. Lê Kurdan ji bo jiyana bi rûmet û azad  rêya têkoşînê hilbijart. Di vê oxirê de gelek mirov hatin girtin. Dîsa gelek mirov di oxira vê jiyana azad de jiyana xwe ji dest dan. Ev pergala yek reng encama siyaseta “şovenist” bû. Lê piştî Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmehê de dest pê kir, li şûna yek reng û yek çandê pir reng û pir çand pêş ket." Xwe li şoreşê ranagirin Muslim bi bîr xist ku piştî Kobanî şoreş geş bûye, lê yên xwe li vê ranegirtine êrişî Efrînê kirine, û got; “Lê tevî hemû êrîşan şoreş pêş ket û bû heviyek mezin ji bo gelan. Bi pergala Şoreşê pir zimanî, pir çandî û pir bawerî pêş ket. Pergalek li dijî siyaseta Rejîma BAAS pêş ket. Lê yên ev yek tehamul nekirin, piştî li Kobanê bi ser neketin, êrîşî Efrinê kirin. Piştî Efrîn dagir kirin ketin Serêkanîyê û Girê Spî. Li vir taciz, tecawiz, talankirin û wêrankirin kirin. Xwestin demografiya herêmê biguherînin. Xwestin xeyalên Osmanî ji nûve zindî bikin. Piştî gelê Cizir, Firat û Şehbayê ev rastiya dagirkerî talankerî û mêtîngerîyê dîtin bêtir li pergala Şoreşê xwedî derketin. Li gel rêveberiya Xweser û QSD'ê cihê xwe girtin. Êdî Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Çerkez di heman eniyê de şer dikin. Bi hev re têdikoşin. Ev berhema Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye." Şoreş 8 salî ye Muslim, herî dawî destnîşan kir ku tevî hemû êriş, şer, ambargo û astengiyan Şoreşa Rojava ketiye 8 saliya xwe û gavên gelek mezin avêtine. Muslim, anî ziman ku Şoreş didome û hêj gelek gavên bavêjin hene û got: “Li Rojhilata Navîn yekem car ji bo parastina mirovahiyê, parastina jinê, pêşxistina wekheviyê şoreşek pêk tê. DAÎŞ ji bo gelê cîhanê talûkeyek pir mezin bû. Lê bi vê şoreşê DAIŞ têk çû. Bi hezaran dijminê mirovahiyê û endamên DAİŞ'ê li vir girtî ne. Ev nîşan dide ku destkeftiyên gelê Cîhanê di şoreşa 19'ê Tirmehê de veşartî ye. Şoreş didome. Xuya ye ku rojên dijwar li pêşiya me ne. Em hem bi hêzên li herêmê re û hem jî bi hêzên cîhanê re şer dikin. Lêgerin û şerê me yê ji bo civaka Azad û Demokratîk dê bidome. Em 8’emîn salvegera Şoreşê li hemû gelan pîroz dikin."