Welatiyan aşkera kir ku wan bi salan deng daye AKP’ê lê wan tu xizmet neditiye û tenê li bajarê wan qehwexaneyek hatiye zêdekirin.
Welatiyê Ereb yê bi navê Turgay Dabakoglu got ku ew bi HDP’ê bawer in û wiha axivî: “Em wekî gelên li vê erdnigariyê, ji derveyî destekdayîna HDP’ê tu şansekî me nîne. Dê di vê hilbijartinê de, projeya ‘Jiyana Nû’ ya ku îrada gelan temsîl dike dê di meclisê de bê temsîlkirin.



Ji tevlîbûna Ereban kêfxweş e

Dabakoglu diyar kir ku êdî nêrîna berê ya gelê Eeb jî guheriye û da zanîn ku piştî hilbijartinên serokomariyê şûn de êdî di siyaseta Kurdan de jî guhertinek mezin çêbûye û wiha pêde çû: “Îro dema ez gelek hevalên xwe yên Ereb li HDP’ê dibînim ez gelekî kêfxweş dibim. Demên berê me pir kêm welatiyên xwe li vê partiyê didîtin. Lê êdî ew cemeda ku ev 90 sal bû di nava gelan de bi awayekî sîstematîk hatibû danîn êdî dihele. Berê gelek welatiyên ereb piştgirî didan AKP’ê lê ji vê nêzikatiya xwe vegeriyan û êdî piştgirî didin HDP’ê.”



Berê ji bo AKP dixebitî niha HDP’î ye
Welatiyê Ereb ê bi navê Refîk Mazî ku dê cara yekemîn dengê xwe bide HDP’ê, destnîşan kir ku wî berê ji bo AKP’ê gelekî ked daye lê tu piştgirî nedîtiye û wiha got: “Li herêmê em heta niha hatin wêderkirin. Em anîn rewşeke wisa me her dem bi gelên ku me bi wan re nan û av vedixwar her dem şer dikir. Lê êdî em dixwazin bi vê hilbijartinê re êdî aramî û aştî were welatê me. Ji ber wê jî ez di wê baweriyê de me ku dê HDP neyartiya di navbera gelan de bi dawî bike.”



‘Ji AKP’ê aramî hêvîkirin xeflet e’


Mazî anî ziman ku AKP’ê tu xizmet ji bo Sêrtê nekiriye û ev 13 sal in ku riya Dihê hêj xilas nekiriye û wiha pêde çû: “Dema em bajarê xwe bi bajarên li Tirkiyeyê re tînin gel hev, em dibînin ku bajarê me çiqas paşve maye. Me tu carî ji AKP’ê xizmeteke mezin nexwestiye. Me tenê xwest ku bila pêdiviyên meyên jiyanê pêşwazî bikin bese. Lê ev jî zêde hatin dîtin. Hikûmeteke ku nikaribe derfetên kar saz bike ji wê aramî hêvîkirin xefleteke mezin e.”
Welatiyê bi navê Sevet Tatlav jî got ku ew xwe di projeya ‘Jiyana Nû’ ya HDP’ê de dibînin û aşkera kir ku ew dixwazin di bin sîwana HDP’ê de bi gelên kurd re jiyana nû ava bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Êdî em bi hev re dijîn dixwazin bi hev re jî têkoşînê bidin meşandin. Em bawer dikin dê di vê hilbijartinê de HDP bi ser bikeve. Dê ev hilbijartin ji bo gelê Ereb jî suprîz be.”




ENGÎN EREN /  DÎHA/SÊRT