
Daxuyaniyên PDK´ê
Şengalî bal kişand ser girîngiya Kantonên Rojava ji bo Kurdan û axaftina xwe wiha dewam kir: "Kantonên li Rojava, destketiyên hemû kurdane. Qebûlnekirina van destketiyan ne li gorî berjewendiyên gelê Kurd e. Divê PDK siyaseta xwe li ber çavan derbas bike. Ev berjewendiyên xêrnexwazên gelê Kurd e. Destketiyên ku li wir çêbûne bandoreke erênî li ser Başûr dike. Lê diyare ku berjewendiyên hinek hêzên din heye. Ger li Rojava pirsgirêk derkeve, divê em xwe berpirsyar bibînin. Ji aliyekî ve xwe dost nîşan didin û aliyekî jî dibêjin em kantonan qebûl nakin. Ger gelê Kurdistanê li Başûr van kantonan dipejirînin û tu napejirînî wê demê ev siyaseta parçekirinê xizmeta berjewendiyên gelê kurd nake. Peyameke şaşe. Gelo destê kek Mesûd tê de heye yan na, gelo haya wî jê heye yan an? Divê yê ku ev peyam daye rexnedayînê bide.”
Kongreya netewî
Endamê Desteya Reveber a KCK'ê Zekî Şengalî bibîr xist ku xebatên ji bo pêkhatina kongreya neteweyî ya Kurd di 22'ê Tîrmeha par de li Hewlêrê destpê kiribûn û di vê mijarê de wiha peyivî: "Tabloyek baş derket. Ew nêrîna hêzên ku digotin kurd nikarin bêne gel hev vala derxist. Ew civîna ku di roja 22 Tîrmeha par de li Hewlêrê çêbû, watedar bû. Girîng bû. Planên neyaran vala derxist. Baweriyek çê kir. Ew wêne bû sedem ku hêzên navneteweyî siyaseta xwe ya li ser Kurdistanê careke din li ber çavan ve derbas bikin. Baweriya gelê kurd ji bo yekîtiyê çêbû û hêviyeke da kurdan. Lê mixabin hinek hêzên derdor nedixwest yekitiya kurdan çê bibe. Sedema derengmayîna wê ewe ku hêjî hinek aliyên kurd bi hêzên derve bandor dibin. Bi guman nêz dibin. Û pirsgirêka Rojava dane pêş."
Em ne astegn in
Şengalî diyar kir ku deriyê sînor ê Sêmalka di dema amadekariyên kongreya neteweyî de hat girtin got, "Şoreşa Rojava hêviyeke ji bo gelê kurd e. Di aliyekî de Tirkiyê deriyê xwe girt. Êrîşa li ser Rojava ji hêla rejîmê ve hebû. Êrîşên El Qaîde û El Nûsra jî ji aliyekî ve. Di vê rewşê de hukmeta heremê deriyê xwe girt, Di rewşekî ku diviyabû alîkarî biçe Rojava. Sedemên derengketina kongreyê em nînin. Çawa ku me berê jî gotiye. Ev kongre ji bo me esas e." Şengalî da xuyakirin ku kongreya neteweyî ji bo Kurdan gelekî girîng e û got, "Hêza ku hewl bide li pêşiya hêviya neteweyî bibe asteng, wê têk biçe.
Nakokiyên li Başûr
Zekî Şengalî bal kişande ser vê yekê ku 5 meh li ser hilbijartinên herêma Kurdistanê ve derbas bûye lê hêjî hikûmet ava nebûye û wiha berdewam kir: “Ne raste ku mirov tenê lawazbûna YNK bi vê yekê ve girê bide. Partiya ku dengê herî zêde girtiye PDK ye. Yê ku divê rol bigire û bi lez û bez hikûmetê ava bike, birêz Serokwezîr, Nêçîrvan Barzanî ye. Ev erk û berpirsyartiya wan e ku divê pêk bînin. Divê li hember koalîsyonê bi hûrmet bin û siyasetek demokratîk esas bigrin. Hêzên din jî di nav xwe de bihewîne û tevlîbûna hemû hêzan esas bigrin.”
Komplo têk çû
Zekî Şengalî di dawî de 15. salvegera 15 Sibatê şermezar kir û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Xweseriya heyî bi taybet li Rojava vala derxistina vê komployê ye. Di bîr û baweriya gelê kurd de komplo têk çûye û vala derketiye. Wateya wê ji kurdan re nemaye. Helwesta îsal hîn bihêztir bû. Li Başûrê Kurdistanê jî bi girseyî hate şermezarkirin. Rojek beriya 15 Sibatê li başurê Kurdistanê heyetek ji parlementeran, rewşenbîran û mamosteyên zanko hatin vir ji bo ku helwesta xwe ya neteweyî li hember komployê diyar bikin. Ev jî cara yekê çêbû. Li hemû parçeyan û cihanê rastiya komplo hatiye fêm kirin. Em komlogeran şermezar dikin. Û em dibêjin sala pêşiya me wê bibe sala azadiya Rêber APO.”
ANF/BEHDÎNAN