Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî encamên hilbijartina parlamentoya Iraqê ya 12’ê Gulanê li Başûrê Kurdistan û Iraqê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK di daxuyaniya xwe de bi bîr xist ku piştî ragihandina serencaman şeş 6 rêxistiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê nerazîbûna xwe nişan dane û wiha pê de çû: ”Hêvîyek hebû ku beşdarîya hêzên Başûr di hilbijartinên seraserî yên Iraqê de bi curekî Kurdistanî ji hevdu nêzîk bike lê mixabin heta îro jî qeyran û kirîzên başûr hîn aloztir û kûrtir in.”

Her wiha KNK da zanîn ku pêwîst e aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê bikaribin hizbatiya berteng û navçeperêsî derbaz bibin û bi vî rengî dewam kir:”KNK ji hemû hevwelatî, civaka Kurdistanî, grup û alîyên siyasî û tev rêxistiyên sivîl û rewşenbîrî yên Başûr û Kurdistana mezin dixwaze û bang dike ku xwe ji zimanê ne siyasîyê zivir û birîndarker, li zimanê tundûtîjî û bi taybetî ji kar û kiryarên dirbeyî bi dûr bigirin.”

BRUKSEL