Çemek e sînorê herdu navçeyan; Çemê Hecî Ûmran .Ji qulzema ku bi bayê bezê dertê û paşê destê çemk û robarên li derûdora Çoman digire û wisa bi şid û bi lez serberjêr dibe, bi qasî ku berfa li pesar û kendalên çiyan hawirdorê ji zû ve helliyaye û baran jî nabare; berî ku bigihe herdu navçeyan, li joreke ji navçeyan dûr, di delavekî kûr î teng ê ku bi herîkîna salan re di sînga çiyayekî vekiriye; çiyayekî dike Zozik, yekî dike Hendrîn!
Herdu çiya jî şahidên şerên destanî, şerên ku neyên jibîrkirin in.
Lê niha, li tevî herdu çiyan Çiyayê Hesen begê, Çiya Biradost û Çiyayê Sewzewekan mîna bixwazin wan rojan, wan rojên ku bi her fîşeka ku pêşmergeyek birîndar dikir ew jî ji dilê xwe birîndar dibûn ji bîr bikin; pala wan li bêdengî û aramiya welatê ser û bin çiya, enî hilatin û hingoriya rojê; guhên wan bi ser şahiya festîwaleke ku cara yekem li navçeyê li dar dikeve ye:
Festîvala Rewşenbîriya Soran
Diruşma festivalê ‘Bi hev re ber bi serxweyî û paşerojeke geştir’ e…
Herdu navçeyên navxweş: Soran û Rewandûz’a ku bi hilatina roja zêrî re rûgeş in , ji welatekî ku hê jî perçe perçe ye, mêvan ezimandine ji Bakûr, ji Rojhilat…û ji Binxet’a ku niha jî di berxwedanê de ye.
Care yekem e; şêniyên nevçeyê, dê bibihîzin ku rojnameyek beriya 114 salan rojeke wekî vê rojê li Qahîrey’ê bi navê Kurdistan hatiye weşandin.
Mêvan gellek in. Nivîskar in, hunermend in, rewşenbîr in hinin jê, hinek siyasetmedar in. Ji Suleymanî jî hatine, ji Hewlêr jî, ji Kerkûka ku bi benê xala 140’ê dest û piyê wê hatiye girêdan jî…
Saet 10 e. Hol heta dev dagirtî, mişt, bi mirovan sik sikî ye. Bi sirûda Ey reqîp re her kes radibe ser piyan. Zana nezan herkes bi dil germî beşdarî sirûda neteweyî dibe. Paşê bi navê Lîcneya Amadekara Festivalê qaymaqamê navçeyê Kurmanç İzet tê ber mikrofonê. Bixêrhatineke germ dide mêvanan. Xoşhalî û dilgeşiya xwe tîne ziman. Rojê li hemû Kurdan, bi taybetî li rojnamevanan pîroz dike. Piştî ku ji ser dikê dadikeve, rêûresma resmî a axaftinê dest pê dike:Bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistan Zîrek Kemal, Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî, Serokê Sendîkaya Rojnevanan Azad Mihemed Emîn…û herî dawî Serokê Nivîskarên Herêma Kurdistan Kakamem Botanî…
Di rojeke ku hîmê wê bi destê neviyê mîrê Bakûr Mîxdat Mîthet Bedirxan hatîye avêtin de, mixabin Bakûriyekî ku peyva xwe bibêje nîne…
Bi hêviya ku rojnameyeke bi navê Kurdistan ji nû ve, di heman saet û rojê de, li hemû bajarên Kurdistanê: li Amedê, li Sinê, li Qamişlokê, li Silêmanî werê belavkirin…
Hêviyek ji navçeya Soran