Artêşa Sûriyeyê êrîşên xwe yên li dijî çekdarên muxalif zêde kir bi taybetî j îli parêzgeha Idlibê. Li gorî çavkaniyên ji herêmê artêşê operasyonên xwe yê li dijî bajarokê Maeret el Numan dîsa dijwar kir û li Telbîsê jî hin mal di encama bombebarana tangan de hilweşiyane û di encamê de 8 kes hatine kuştin.
Ji aliyekî din ve rojnameyên dewletê jî pesnê van operasyonên dawî da û ew wekî operasyonên serkeftî binav kirin. Li gorî van ajans û rojnameyên nêzî hikûmetê piştî ku artêşê bajarê Humsê ji çekdaran paqij kir û aramî vegrand bajêr niha j îli Idlibê operasyonên bi heman rengî pêk tîne û kontrola vî bajarî jî dîsa vegerandiye destê xwe. Lê li gorî çavkaniyên muxalefetê jî artêşa derbasî hin taxên Idlibê bûye lê kontrol bajêr nexistiye destê xwe û şerê dijwar bi çekdarên muxalif re diqewimin. Li gorî heman çavkaniyê 26 ji endamên hêzên ewlekariya Sûriyeyê di kemînekê de hatine kuştin.
Pêşniyarên Anan
Jı alî dîplomatîk ve berdevkê berê yê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Ahmed Fewzî da xuyakirin ku Esad bersivek ji Anan re şandiye. Fewzî wiha berdewam kir û got: ‘ Esad bersiv daye û em niha wê bersivê dinirxînin da kul i wê gorê em jî bersivê bidin’. Nûnerê Netewên Yekbûyî û Yekitiya ereban ê taybet bû Sûriyeyê Kofî Anan hin pêşinyar û hin pirs ji rejîma Esad kiribûn û bersiva wan pirsan hatiye. Di nava pêşinyarên Anan de û daxwaza sereke ew bû ku pêşî kuştin û tundî were rawestandin.
Hêvî ji Esad nema ye
Serokwezîrê Ingilîstanê Davîd Cameron dixwaze guhertineke aşityane ya desthilatê li Sûriyê pêk bê, ne guhertineke di rêya şoreşeke çekdarî re.
Cameron di yekemîn roja serdana xwe ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li Washington ji rojnamevanan re got: "Sûriyeyê hêviya me tevan şikand. Tiştê ku li Humsê qewimî, pir tirsdar e."
Li gor agahiyên Neteweyên Yekbûyî di sala buhurî de li Sûriyê bêtirî 8 hezar kes hatine kuştin. Oposîsyona sûrî dibêje ku hejmara kuştiyan ji vê hejmarê bi gelekî zêdetir e.
Davîd Cameron got: "Ez berdewam ji xwe dipirsim bê ka gerek yek çî din bike. Kurtirîn rêya dawîanîna li zordariyê guhertinek e di rêya çûna Esed re ye, ne guhertinek di rêya şoreşeke ji jêrê ve ye."
Hilbijartinên parlementoyê
Di nava hewldanên hikûmeta Esad û reformên di ber şerê dijar de dimeşîne pêşnûmeyeke nû ji hilbijartinên parlementoyê derket. Li gorî qanûna nû ya hilbijartinên dê di meha gulanê de hilbijartinên parlementoyê pêk bên. Her wiha li gorî raporeke Netewên Yekbûyî ya derbarê penaber û koçberan de hejmara kesên ku ji Sûriyeyê reviyane bûye derdora 230 hezar kesî.
Her wiha li gorî agahiyên ji bajarê Qahîreya Misrê nivîsgeha balefirên Sûriyeyê hatiye dagirkirin. Çalakgerê ku ketine nava nivîsgehê dibêjin ku ew nivîsgeh ji bo şandina çek û teqemeniyan ji rêjîma Sûriyeyê re bû, ji ber wê yekê jî, ew nivîsgeh hate girtin û êdî nabe bê vekirin.
ŞAM