Li Elmanyayê jineke din a Kurd hat kuştin. Li bajarê Alsfeld ê Elmanyayê zilamekî 35 salî yê ji Rojavayê kurdistanê, Şemiyê saet li 22.45 hevjîna xwe ya 36 salî kuşt û paşê 3 zarokên xwe revandin.
Polîsê Krîmînal Alsfeldê da xuyakirin ku zilam hatiye girtin û rewşa zarokan baş e.
Dozgeriya Giessenê dest bi lêpirsînê kir û da zanîn ku kesê welatiyê Sûrî bi amûrekî kuştiye.
Li gorî şahidiya cîranan, malbat 11 meh bûne li navnîşana xwe ya niha bûne û dusê berê jî pevçûne û polîs hatiye malê.
GIESSEN