
Ji şêniyên Xirabê Bava F.A., anî ziman ku li gundê wan hevjînê wê şevekê rût û tazî li hewşa malê hatiye rawestandin û rastî îşkenceyê hatiye. F.A. da zanîn ku piştî hevjînê wê rakirin nexweşxaneyê, agahiyê ji hevjînê xwe nagire. Li gundê Xirabê Bava yê ser binavçeya Mêrdînê Nisêbînê, ev 11 roj in zilmeke dijwar a dewleta Tirk heye û tiştên tên kirin tenê dikarin wekî sûcên şer û sûcên li dijîmirovahiyê werin binavkirin. F.A., anî ziman ku di şeva serdegirtinê ya ewil de bi ser mala wan de hatiye girtin û ji ber vê hevjînê wê rastî îşkenceyeke dijwar hatiye. F.A., got, hevjînê wê A.A. yê êşken lê hat kirin, li hewşa malê hatiye rawestandin û diyar kir ku, wê wêneyên hevjînê xwe di înternetê de dîtiye.
Zilma bê sînor
F.A. bi bîr xist ku salên 90´î fermana valakirina gundan hatibû dayîn û xelkê jî mala xwe li kamyonan bar kiribû û çûbû. F.A., li ser êrîşa nû got, mala wan maleke mezin e, li paş malê baxçeyê wan û avahiyeke wêranbûyî heye û wiha axivî: “Ji xwe li pişt malên me gelek şikeft hene. Li pêşiya mala me jî koncalek heye, me tim av dixist wê koncalê. Me tim debok û naylonên xwe dixistin wan şikeftan. Dema li wan şikeftan lêgerîn kirine, ew her du kuştine. Jixwe, dema li malan geriyane, li hevjînê min jî êşkence kirin. Şilfîtazî kirine û bi wî halê birîndar ew şevekê li hewşê dane rawestandin.” F. A. got wê ji wêneyên belavkirî mala xwe nas kiriye û paşê pê hisiyaye ku hevjînê wê rakirine beşa lezgîn a nexweşxaneya dewletê ya Mêrdînê.
‘Nahêlin em bikevin gund’
F.A., diyar kir ku wê xwestiye bi heyeta ji KCD, DBP û HDP’ê re biçe gund, lê destûra ketina wan a gund nehatiye dayîn û wiha nerazîbûn nîşan da: “Ev gundê me ye, lê detsûrê nadin ku em bikevinê jî. Xaka mirov ji bo mirov bedew e, li wir bêhnê distînin lê destûr tine ye. Mal û milkên mirovan li wir in, çima destûrê nadin.” F.A., kepçeyên ber bi gund ve diçûn nîşan dan û got: “Mal xira kirin, niha jî ji bi van kepçeyan dê birûxînin. Me ne wisa ye, qey wê çi bikin bi van kepçeyan.”
MÊRDÎN