Kurkçu pirsên ANF’ê nirxand û got di mijara têkiliya navbera çep û olê de tevgera Kurd tecrubeyên mezin qezenckirine û got divê çepa Tirk ji vê xwe dur nexîne.  Kurkçu baweriya muslimantiyê û îslama siyasî ji hev veqetand û derbarê ku Îslam li ser kîjan şîrove û kîjan esasan hevkariyê ava dike jî nirxandinên balkêş kir. Kurkçu got her kes karker e û got kesê cudahiyê bike navbera xwe û karkeran ji bo sosyalîzmê naxebite.

Kurkçu da zanîn ku li Tirkiyeyê di esasa xwe de nêrîna serdest, pozîtîvîste û got: “Metodoliya ku Marks ji bo ol pêşxistiye, mixabin li Tirkiyeyê di sosyalîzmê de baş nehatiye bicihkirin. Ez difikirim ku nêzîkatiya pozîtîvîst li Tirkiyeyê gelek zêde ye. Ev bi giştî wisa nebe jî navberê pêk tîne. Divê ev ji holê bê rakirin.
Ji ber ku baweriya mirovan a bo cîhana din, çandeke der barê vê de pêşxistine ye.  Ew wek kedkar daxwaz û mafên cudane. Ez wisa dibêjim; Ew hemû li dijî min bin jî ez dibêjim divê mirov bo karkeran xizmetê bikin.  Ji ber wê peywira min a sereke eve ku divê ez rê bibînim. Ji ber vê jî dema mirov dinêrin di îsalmî de daxwaza wekheviyê di Îslamî de mumkune mirov bibînin. Xebata li ser wan mumkune.

'Cudahiyek mezin heye'

Kurkçu destnîşan kir ku baweriya musliman û îslama siyasî cudaye û got: “Li Misirê  Birayên Musliman bûn desthildatdar. Niha li Mubarek digerin. Mekanîzmaya Mubarek dewr girtibûn. Lê musliman, kîptî, laîk, jin, mêr hemû daketin qada Tahrîrê. Niha mirov dinêrin di navbera siyaseteta Birayê Musliman û Muslimanên xizan de cudahiyek mezin heye.  Ji ber vê jî ez jî nêzîkatiya ku wek muslimanên dij-kapîtalîzmê xwe li Tirkiyeyê dane bihistin cuda dibînim.  Ez îslamê cuda dinirxînim ku divê bibe qêrîna xizanan. Lê dema li Cemaata Fetullah Gulen dinêrim ne mumkune ku mirov bikevin lêgerîna hevkariya wê."

Ji bo mafê xizanan têkoşîn

Kurkçu da zanîn ku şîrovayên cuda yên sosyalîzm û laîkbûnê hene û got: "Laîkbûn bi wateya xwe ya teng re bi Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan jî dikeve naqokiyê.  Ev gelek raste.  Di baweriya îslamê de  divê ji bo mafê xizanan têkoşîn bê dayîn. Mumkune ku mirov bo vê hevkariyekê ava bikin. Ji berk u Tirkiye li aliyekê civekek pirbaweriye.  Ji bo vê jî tu pêşdaraza min nîne. Pergala nû ya kapîtalîzmê niha êdî kar ji fabrîkayan berhev nake. Kar belavê her derê dike. Kar dike mala te. Dike kolan te. Parçe dike. Di nava vê parçebûnê de jî her kes karkere. Ji ber vê jî tenê xwe bi karker û aboriyê mijul nake. Di esa xwe de nêzîkar nabe. Ji ber ku karker jine, Protestan, Elewî, gay, lezbiyen û heteroseksuele.  Ji ber vê jî komeke karkekran ya ku tenê li cihekî dixebite tune. Belav bûye. Niha dema tu vê siyasetê neaxivî, wek îktîsatvanekî, wek sendîkavanekî nêz bibî, wê demê tu karî bi beşeke karkeran re têkiliyê deynî. Ji ber vê jî tiştên ku Marks li ser ol gotiye divê niha ji nûve bê xwendin.
Em dixwazin ku karker li wir xwe wenda neke, hişmendiya xwe qezenc bike.  Divê têkoşîna xwe bimeşînin. Divê em biçin cem wan û bi wan re bên cem hev. Kesê cudahiyê bikin navbera xwe û karkeran ji bo sosyalîzmê naxebite."

ANF/BRUKSEL