Şerê li Hesekê ku ji ber êrîşa leşkerên rejîmê ya li ser nuqteyên konrolê ya Asayîşê destpêkibû, li taxên Hesekê hê dewam dike. Piştî ku YPG jî xwe gihand cihê şer, YPG, Asayîş û HPC´ê taxa Neşwa Şerqiye û gelek nuqte ji rejîmê hat rizgarkirin. Her wiha di topbarana rejîmê de 7 sîvîl jiyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn. 

Şerê li Hesekê ku bi êrîşên rejîmê destpêkiribû, doh li taxên Mesakin, Neşwa Şerqî, Benzînxaneya Merşo û suka bajar berdewam kirin. Topbarana rejîmê ya li ser taxan jî heta derengiya şevê dewam kirin. 

Hêzên rejimê bi topên hawanan taxên bakurê bajar ên di bin kontrola YPG û Asayîşê de ne, topbaran kirin. Di van topbaranan de ziyana madî pêk hat.

Saet derdora 05.00’an de dijwariya şer hinekê kêm bû û pevçûnan cih bi cîh dom kir. 


4 jê zarok 7 welatî hatin qetilkirin

Di topbarana hêzên rejîmê ya li ser taxa Ezîziyê de, 4 ji wan zarok, bi giştî 7 welatî hatin qetilkirin, 7 jî birîndar bûn. Ji welatiyên hatine qetilkirin û piraniya wan Ereb in, 3 zarok ji heman malbatê ne.

Hêzên rêjîma Baas ku di şer de derbeyên giran ji şervanên Asayîşê/YPG/HPC’ê xwarin sivîlan topbaran û bombebaran dikin. Piştî taxên Mesakin, Til Hecer û Mifî hêzên rêjîmê taxa Ezîziyê topbaran kir. Saet di 19.00’an de 2 top li taxa Ezîziyê ketin. Topek li maleke sivîl ku li nêzî dibistana Umer Bin Ebdulezîz ket. Di encama vê êrîşê de 7 welatî jiyana xwe ji dest dan û 6 jî birîndar bûn.

Topa din jî li kolana Keleş ket. Ev top jî li mala welateyek sivîl ket. Lê ji ber şêniyên malê ji taxê derketibûn, tenê ziyanên madî di mala welatiyan de pêk hat.


Xwe radestî şervanên YPG’ê kirine

Çavkaniyên YPG’ê destnîşan kirin ku hêzên rêjîmê ji hev dikevin û hejmarek ji leşkerên wan qadên şer berdidin û direvin. Her wiha hat gotin ku hin leşkerên rêjîmê jî xwe radestî şervanên YPG’ê kirine, lê derbarê hejmara wan de agahiyên zelal nehatin dayîn.

Di 16’ê Tebaxê de hêzên rejîmê û çeteyên wan êrîşî bendên kontrolê yên Asayîşê kiribûn û şer derketibûn. Li ser şerên ku heta êvarê dom kirin, rûspiyên bajar ketin navberê û agirbest hat ragihandin. Lê hêzên rejîmê di 17’ê Tebaxê saet derdora 23.00’an de agirbest binpê kir û careke din êrîş kir.


’Bi Tirkiyeyê re kordîne kiriye’

Hevserokatiya Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê, êrîşên rêjîma Baas ên li ser bajarê Hesekê şermezar kir û da zanîn ku êrîşên rêjîma Baas li ser Hesekê û êrîşên çeteyên DAIŞꞌê li ser Şêxemqsûd, bi kordîneyeke di navbera rêjîmê û dewleta Tirk de, tê pêkanîn.

Daxuyaniyêd wan xalê derket pêş: “ Rêjîma Baas hucreyên xwe (Dîfa Wetenî) ava dike û hewl dide tevlîheviyan li herêmê derbixe. Hucreyên Dîfa Wete şerên ku li Hesekê rû didin, sedema wan her demê Dîfa Wetenî ye. Lê her carê bi mudaxeleya rûsipiyên bajêr bi agirbestekê bidawî dibe.

Îro rêjîma Baas êrîşî bajarê Hesekê dike. Di heman demê de jî, çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşî taxa Şêxmeqsûd a Helebê dikin. Ev yek dide nîşandan ku bi armanca têkbirina serkeftinên gelê me û hedefgirtina ewlehiya herêmên me, rêjîma Baas bi  dewleta Tirk re, di nava kordîneyê de ye.”   



‘Lîstokeke qirêj ya Tirkiye û Îran e’

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) diyar kir ku êrîşa li ser Hesekê lîstokeke qirêj ku Tirkiye û Îran tê beşdar in û bang li şêniyên Hesekê kir ku li hemberî zihniyeta şovenîst a rejîma Baas yek dest bin.

MSD derbarê êrîşên hêzên rejîma Baas ên li bajarê Hesekê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser sedema êrîşa di vê demê de û ev tişt hatin gotin: “ Ev êrîş bi taybet piştî rizgarkirina Minbicê pêk hat. Ev lîstokeke siyasî ya qirêj e. Di vê lîstokê de welatên herêmî yên weke Tirkiye û Îran yên ku di warê berjewendiyan de dijberên hev in, lê di mijara dijberiya Kurdan û projeya Sûriya Demokratîk de hevalbend in, beşdar in.”


Piştî serketina Minbicê êrîş kirin

MSD’ê destnîşan kir ku ev êrîş piştî hevdîtinênên di navbera wan aliyan de pêk hatine û ev tişt dan xuyakirin: “ Ev êrîş piştî hevdîtinên wan aliyan û serkeftina hemleya rizgarkirina Minbicê ji terorê, pêk hatin. Her wiha piştî serkeftinên mezin ên QSD’ê yên li dijî terorê, pêk hatin. Bi dawîkirina DAIŞ’ê li Sûriyê ne ji berjewendiyên hêzên weke Tirkiyê ye, ji ber wê yekê ew dikevin nava van hewldanan. Her wiha Tirkiye niha fobiya Kurdan dijî.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev êrîşa li Hesekê bi awayekî hemwext bi êrîşên çeteyên  koalisyonê yên li taxa Şêxmeqsûd pêk hatiye û ev yek  nîşan dide ku rejîm û çeteyan di warê dijberiya projeya Sûriya Demokratîk hemfikr in. 



Emerîka: Êrîşî navenda me jî kirin

Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ya Emerîka (Pentegon), ragihand ku li bajarê Hesekê li dijî noqteyên YPG’ê yên li nêzî navendên hêzên wan ên taybet ên li Sûriyê, êrîş pêk hatine.

Li gorî malpera CNN rayedarê Emerîkî îşaret bi êrîşên hêzên rejîmê yên li Hesekê kiriye û gotiye ku ‘Ev êrîş ne normal e’ û destnîşan kir li gorî hejmarên fermî 300 leşkerên Emerîkî yên taybet ên girêdayî artêşa Amerîka li Sûriyê hene û ev leşker şêwirmendiyê ji Hêzên Sûriya Demokratîk, dikin.

Malpera CNN destnîşan kir ku Hêzên YPG’ê hevalbendekî girîng ji bo Amerîka ne û wan di rizgarkirina Minbicê ji Çeteyên DAIŞ’ê de, roleke mezin lîstin.


NAVENDA NÛÇEYAN