Mizgîn Cûdî ev hevok li ser defterekê nivîsîbû, berxwedan biserketî bi dawî bûbe jî, hevok nîvcomayî ye. Hevoka nîvcomayî şahîdiya 13 lehengên Serzûrî dike. Şahidiya fedekarî, xwebexşiyê… Mirov dixwaze her car lê vegere û bixwîne. Hevoka nîvcomayî ji aliyê şervanên Rojava ve tê tamam kirin, her yek herfek, her yek peyvek lê zêde dike û çîroka qehremaniyê dinivîse. Çîroka hê bidawînebûyî.

  

Dimdima hemdem: Serzûrî

Serzûrî gundê duyemîn ê sînorê tixûbê rojhilatê Kobanê ye. Şeva 16’ê Îlonê, li gund yekîneyek ku ji Peyman Tolhildan, Rûdî Efrîn, Berçem Cûdî, Gulistan Qendîl, Berxwedan Batman, Bira Perwer, Berfîn Çiya, Ciwan Heval, Serxwebûn Amed, Hebûn Kobanê, Rustem Cûdî, Bawer Sîpan û Mizgîn Cûdî pêkhatî bû. Fermandariya yekîneyê Peyman Tolhildan û Rodî Efrîn dikirin. Dijminên mirovahiyê di êvara 15’ê Îlonê de bi tank û topan, her wiha bi hejmareke zêde êrîş dikirin. Yekîneya ku dê peyama îrade û baweriyê bidaya hemû cîhanê jî li dibistana gund, rûpelê nû yê dîrokê bi tîpên zêrîn dinivîsandin.


´Em ê şehîd bikevin´

Şerê dijwar heta êvara 16’ê Îlonê dewam kir. Hovên DAÎŞ´ê heya wê kêliyê nikarîbûn bikevin dibistanê. Lê cebilxaneya cangoriyên azadiyê xilas bibû.  Lewre fermandarê yekîneyê Rûdî Efrîn li ser bêtêlê peyama dawî da hevalên xwe û fermandariya YPG/YPJ’ê. “Heval em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û nehêlin dijmin derbas bibe. Em dizanin ku em ê şehîd bikevin, lê em baş dizanin ku yên riya me bidomînin jî dê hebin.”

Piştî vê peyamê 13 têkoşeran heta dawiyê şer kirin û bombeyên xwe bi canên xwe de teqandin; wiha gihiştin şehadetê. Li pey xwe hevokek nîvcomayî lê çîrokek qehremantiyê hiştin. 


NAZDAR EBDÎ /ANHA / KOBANÊ