Îran ber bi hilbijartineke nû ve diçe û Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî jî behsa hevpeymaniya civakî ya nû dike. Gelo rast e, yan zedetir reklamek ji bo hilbjartinê ye? Eger rast be pewîst e hemû pêkhateyên Îranê; çi gel û çi pekhateyên civakî û olî, di nava vê hevpeymaneya nû de bikaribin beşdar bibin û çarenûsa xwe diyar bikin. Heta pêwîst e hêzên muxalif ên siyasî jî beşdarî wê destpêkê bibin. Bê guman eger li gor usulê biçin. Lê eger tenê reklamek be pêwîstî bi beşdarî û niqaşê jî nake, wekî heya niha bi rêve çûye. Lê rejîm her car ji bo hilbjartinê pêwistî dibînê da ku bi rebazeke nû gelê Îranê bikişînin ser sinduqan. Lê rastî tiştêkî din anha nîşan dide. Yek ji pirsgrêka nawxwe ya Îranê ku heya niha bê çareserî maye ew jî pirsgirêkên gelan e. Gelê Kurd jî yek ji wan gelên Rojhilata Navîn e ku serê xwe heya niha beranber dagikeriyê netewandiye. Roja me ya îro jî edî aktorekî esasî yê Rojhilata Navîn e. Lewma jî hertim bi êrîşan re rû bi rû maye. Li rewşeke di wî rengî de ku aliyêk de behsa hevpeymaneya nû ya civakî dikin û li aliyekî din jî yekemîn Şewa Çila de du teqînê terorîstî li dijî ofîsa Mektaba Siyasî ya Partî Demokratî Kurdistan pêk hatin û di encamê de 6 kes şehîd bûn. Çima niha, çima wê şewê û çima Partî Dêmokratî Kurdistan?!!

Di şeva ku salvegera dayikbûna Dr. Qasimlo ye ev êrîş pêk hatiye. Dr. Qasimlo wek tê zanîn yek ji siyasetmedarên Kurd ê muxalifê rejîmê bû ku dixwest pirsgirêka Kurd piştî têkoşîna çekdarî ya bi salan bi rêbazên demokratîk çareser bike. Lê li ser maseya muzakereyê ji aliyê rejîmê ve hate qetilkirin û rejîm bi wî rengî bersiva taleba muzakereyê da. 

Lê niha di wê rewşê de çima Partî Dêmokrat bû hedef? Ew ji xwe pêwîstî bi fikrandinê ye, çima? Li du salê bihurî de wekî sekreterê PDK-Î birêz Xalîd Ezîzî got , gelêk kes hewldan ji bo hevdîtin û çareserkirin li gel rejîmê bi rêyekê dest pê bike! Gelêk caran jî îlankirine ku naxwazin rejîma Îranê hilweşînin, ya pêştir digotin ku dema şerê çekdarî derbas bûye. 

Pirs ew e çima partiya ku naxwazê rejîmê hilweşîne û bawerî bi dîalog û rewa dîtina rejîm heye hedef tê girtin? 

Bê guman eger rejîma Îranê ev kiryara têrorê pêk anîbê peyam ji bo PDK-Î ew e ku, di roja ji dayik bûna rêberê wê de ku dixwest aştî û diyalogê bike dîsa dubare dikîn ku ew ne ji bo diyalogê û ne ji bo çareseriyê amade ne. Li Şewa Çila de jî gotin em nahêlin kom bûn li derûdora we çêbin. Her wiha gotin kesên ku nav rêxistinên Kurd de zedetir bawerî bi diyalogê tîne, em jî heta dawiyê ji bo înkara wan hezar carî kiryarên herî qirêj pêk bînin. Dibêje di hevpeymaneya nû de tû nînî. Ne bi gelan û ne bi hêzên ku dixwazin me bikşînin diyalogê em dirûnin. Di hevpeymanê de tenê gelê ku em ji bo xwe dixwazin û wekî ku em dibejîn dikin, em dihêlîn cih bigirin. 

Ya rastî ew e tekanê rêka çareserî hevgirtina hêzên Kurd û cîh girtina nav hepeymanî û îtîfaqa bihevre û awakirina bereya hevbeş a beranberî rejîmê Îranê ye. Tiştê ku niha partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî tehdît dike, ew e ku wekî Mucahîdê Xelq li wan bikin. Ji ber ku niha edî Mucahîd ji bo Îran wekî sînor mesele nîne û bi alîkariya Iraq û Amerîka, bi êrîş û qetlîamêke zêde hemû surgunî Albaniya kirin. Niha ev rewş eger ji ne ji bo welatêkî din be jî îhtmala zêde rûbirûya metirsiya komploya îtfaqên veşartî bimînin. 

Tekane dîtina rêka çareyê ji bo gelê Kurd û xelas bûn ji wê rewşê, hevgirtîna hemû partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê û di heman demê de pêk anîna Kongra Netewî ye ji bo ku kes û partî nebin qurbana siyaseta partiyên din.