Fermandariya Giştî ya YPJ`ê ragihand ku şervana wan Dilovan Şêran di encama qezayekê de şehîd bûye. Fermandariyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Hevrêya me Dilovan, li Dêrikê di encama qezayê de, tevî hemû hewldanan jî gihîşt şehadetê. Em di kesayeta hevrê Dilovan de, hemû hevalên ku di têkoşînê de bi fedekariyên mezin rabûn û gihîştin şehadete, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza dewamkirina doza wan nû dikin.

Hevala me Dilovan hevaleke ji Kobanê bû, bi hestên şoreşê di malbateke welatparêz de mezin dibe. Berxwedana li Kobanê bandor lê kir û beşdarî nav refên YPJ’ê dibe.

Heval Dilovan, li Dêrikê di encama qezayê de, şehîd bû. Tevî hemû hewldanan di 18’ê Sibata 2019’an de li Dêrikê gihîşt şehadetê. Em ji malbata heval Dilovan û hemû gelê me re sersaxiyê dixwazin û xemgîniya malbatê parve dikin. Em soza xwe ya şopandina doza şehîdan nû dikin û careke din hevrê Dilovan û hemû hevrêyên me yên ku şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Nasnameya şehîdê wiha hat eşkerekirin: Dilovan Şêran (Ocelîn Kalo) ya li Kobanê ji dayik bûyî.

 

QAMIŞLO