
Li Şanoya Bajêr a Amedê, promiyera lîstika bi navê ‘Av û Ar’ hat kirin. Di vê lîstikê de, rûyê tarî yê salên 1990’î û trawmaya civakî tê vegotin. Lîstik xwe disipêre bûyereke rast. Amîn Yalçinkaya metna wê nivîsiye.
Lîstika dawîn a sezonê ‘Av û Ar’ a şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, behsa hevrûbûna xwendekareke şoreşger û nokerekî dike ku sala 1993’yan li jêrzemîna xaniyekî li Licê li hev rast tên. Di lîstikê de, şerê xwendekara şoreşger Xecê û nokerê dewletê Bedran tê vegotin ku sala 1993’yan dema li Licê êrîşan dewam dikir, xwe li jêrzemîna xaniyekî girtibûn. Xecê û Bedran nîqaşan dikin û di heman demê de bi hev re rûbirû dibin. Di vê lîstika şanoyê de, rûyê tarî yê wan salan û trawmaya civakî tê vegotin. Lîstik li ser bûyereke rastî hatiye amadekirin.
Tecrûbeya 27 salan
Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, Dîcle Yavûz Guneş, Mehmet Mûsaolgû, Gulê Ozalp Ûlûsoy û Ozcan Ateş derdikevin ser dikê. Derhêneriya lîstikê jî nivîskarê wê Emîn Yalçinkaya dike ku tecrubeyeke wan a 27 salan a li ser dikê heye.
Yalçinkaya ku beriya niha lîstikên bi navê ‘Mala Dînan’ û ‘Cembelî û Binevş’ nivîsandin, der barê lîstika dawî de axivî û got, “Di lîstikê de ji aliyê felsefîk ve bi taybetî nêzîkatiyeke me ya bi vî rengî çêbû. Ya rast, hûn li kîjan alî dibin bila bibin, bandora şer li her kesî dibe û dibe jiyaneke trajîk a her kesî. Qehremanên me yên di lîstikê de jî, her yek ji wan xwedî aliyekî trajîk e.”
Şanoger Gulê Ozalp Ûlûsoy jî ku ev 9 sal e di Şanoya Bajêr a Amedê cih digire, di vê lîstikê de karaktera Halîme dilîze. Ûlûsoy anî ziman ku ew çîrokeke rast vedibêje û karaktera ku ew dilîze, jinek e ku hevserê wê bûye qurbanê kuştinên nediyar.
19’ê Gulanê
Ûlûsoy bal kişand ser trajediya civaka Kurd û got: “Lîstika me ne dûrî gelê me ye. Bûyerek e ku li ser vê axê rû daye. Gelê me ne xerîbê vê çîrokê ye. Her kesî parçeyek ji xwe, di nava vê lîstikê de dît.” Ûlûsoy diyar kir ku promiyera lîstikê di 5’ê Gulanê de hate kirin û gelekî bal kişand ser xwe. Şanoger Ûlûsoy ragihand ku ew ji bo Festîvala Şanoyê ya di navbera 11-21’ê Gulanê hatine vexwendin û her kes dê bikare 19’ê Gulanê li festîvalê, li lîstika Av û Ar temaşe bike.
ANF / AMED