Hevşaredarê Navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Azîm Yacan di 8’ê Mijdarê de hatibû binçavkirin û di 11’ê Mijdarê de jî hatibû girtin. Yacan şandin Girtîgeha Wanê Tîpa T´yê û dûre ew biribûn Girtîgeha Erziromê Tîpa H´yê. Yacan ê ku li Girtîgeha Erziromê 3 rojan di hucreya yek kesî de girtin, piştre kirin qawîşa yek kesî. Yacan ji bo ku bibin qawîşek pir kesî gelek caran serlêdan kir, lê serlêdanên wî hemû hatin redkirin. Rojname, pirtûkan nadin Yacan û her wiha TV’yê jî nadinê. Hatîce Yacan der barê hevjînê xwe de got: “Ev du hefte ne, nahêlin ku Yacan bi tu kesî re hevdîtinê bike. Dixwazin me bi van pêkanînan perîşan bikin. Bi van kirînên xwe, hewl didin malbatan û girtiyan bixin nava zor û zehmetiyan. Ez banga piştevaniyê li raya giştî dikim.”

 

ANF/WAN