
Ligel hemû gefan, bi hatina demsala biharê re kesên zevî û baxçeyên wan li vir hene, dest bi çandiya fêkî û mêyan kir.
Yek ji van welatiyên ku li vir çandinî û çotkariya mêwe û fêkiyan dike Jina bi navê Emîne Bîlboy a 48 salî ye. Bîlboy ku 37 salin karê çotkarî û çandiniyê dike bi hatina baharê re dîsa dest bi çandiniyê kir. Bilboy, dîsa dest bi çandiniya baxçe kir. Bîlboy, dabara xwe bi fekî û mêweyên ku li baxçe diçîne dike. Weki her sal îsal jî dest bi çandiniyê kir.
Emînê Bîlboy, ji ber xizaniyê û betaliyê 37 salin bi malbata xwe re wek çandekê civakî ya xwezayê bi çandina bexçeyê re mijûl dibe. Bîlboy, der barê kar û barê xwe de agahî da û wiha got: "Ev 37 salin ez û malbata xwe wek her kesî dabara xwe bi çandina fêkiyen wekî firengî, îsot, bacan, xas, kelem bexdûnis (bexdenûs) û hwd û her wiha mêweyên weke mîşmîş, sêv, hînar, hejîr û gelek cureyên din di nava baxçeya Hevselê diçîne û ji dabara xwe difiroşin. Bi hatina biharê re em her roj şeveqê radibin û diçin nava baxçe. Bi destên xwe dikolin û nebatên fêkiyan diçînin.
Berê ji pisgirêka avê me pir zahmetî dikişandin. Lê niha ev pirgirên hat çareser kirin. Her wiha dema ku fêzi û mêwe têgihiştin em di demsala havinê de li bazaran difiroşin û debara xwe dikin. Zarokên min her roj dibin bazaran difiroşin pir pere jê nayê tenê têra dabara me dike."
'Em ji ber çêkirina bendavan bi fikar in'
Bîlboy, nerazîbunê xwe ya li hember çêkirina bendavan jî anî ziman û da zanîn ku ger bendav bên çêkirin di destê wan de tu kar û xebat tuneyê tenê ji karen baxçeyan fêm dikin. Bîlboy, fikarên xwe yên der barê çêkirina HES'an de wiha got: "Hikumet dibêje ku tê li baxçeyên Hevselê tev bixe bin avê û HES û bendava çêdike. Dema ku hikumet bahçeyên me ji me sitan qet fikirî gelo tê gel çibike tê çî bixun. Îmkanên şuxlê ji bilî çandina baxçeyan tune ye ger hikumet bendava jî çêbike em ê ji bîrçiyan bimirin, ji ber vê yekê em ji çê kirina bendava û HES'an naxwazin."
Bîlboy, bal kişand ser derandinên fêkî û mêweyên ku jî dervên welat tênfirotin ku çawa ji firotinên wan re dibe astengî û got: "Bi rastî ku em bejin tu hatineke baş jê neye em ew qas tadê jê digirin valeye, fekiyên ku em diçinin ji ber ku piranî ji derve îthal dibe û ji derve tên û piranî ew tên firotin û sitandin ji ber vê yekê jî fêkî û mêweyên di deste me de diminin. Fekiyên me di destê me de xera dibin û tên avêtin. Em vê yekê naxwazin û rê li pêş vê yekê bê girtin."
Ax û baxçe dermanekî derunî ye
Bîlboy, bi lêv kir ku jinê Amedê ji bilî dabara çandina baxçeyan ji xwe re wek terapiyekê wek derûnî dibinin û ji bo sabra jinan pir baş e û wiha bi dawî kir: "Jiyana jinên Amedê evê ku tenê seatek dinava baxçeyan de wehte xwe derbas bike. Di demsala zivistanê de ji ber ku sermaya ez nikarim derkevin derve bi hatina biharê re bi hesreteke mezin bere xwe dibim nava baxçeyê û heya dawiya havine di nava ax de wextê xwe derbas dikim."
HULYA OKALÎN/DÎHA/AMED