Ji bo Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, ku di 17’ê Cotmeha 2014’an de hat damezrandin, Şîlan Şakir û Mihemed Ebdullah weke Hevserok hatin hilbijartin. Kongreya duyemîn a Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê, pêr saet 09:00’an de li hola Dêrîn a bajarê Silêmanî dest pê kir û duh jî dewam kir. Şîlan Şakir û Mihemed Ebdullah careke din weke Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hatin hilbijartin. Şîlan Şakir bi 208 ji 216 dengan û Mihemed Ebdullah jî bi 209 ji 216 dengan bûn Hevserok.


SILÊMANÎ