
HPG’ê ragihand, artêşa Tirk ku roja 16’ê Hezîranê li Zapê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, tarûmar bûye. Di daxuyaniyê de hat gotin, di şerê 24 saetên dawî de 31 eskerên Tirk hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Operasyona dagirkeriyê ya artêşa TC a dagirker şeva 16’ê Hezîranê saet di 21:30 de li herêma Zapê da destpêkirin û şerê ji ber vê operasyonê rû da, di roja sêyemîn de bi dijwarî dewam dike.“
Qela Bêdewê dagirker nehewandin
Li ser şer û çalakiyên gerîla yên 24 saetên dawî yên li vê herêmê, jî agahî hat dayîn û hat gotin, gerîlayan 18’ê Hezîranê li quntarê çiyayê Şehîd Munzir di encama derbên xurt de 5 eskerên Tirk kuştine, yek jî birîndar kirine. Heman rojê piştî nîvrojê li herêma Qela Bêdewê eskerên xwestin li vir bi cih bibin derbê dixwin û bi giştî 9 esker tên kuştin û gelek jî tîn birîndarkirin. Di encama 6 çalakiyên gerîla ên sabotajê de jî li herêma Qela Bêdewê 8 eskerên din ên Tirk tîn kuştin. Doh jî danê sibehî gerîlayan li Geliyê Sipê derb ji cihekî nêz li eskerên Tirk da 7 ji wan kuştin û 2 jî birîndar kirin. Li quntara herêma Şehîd 2 eskerên din hatin kuştin û yek jî hat birîndarkirin. Bi vî awayî di nava 24 saetan de li Çelê bi qasî ku HPG´ê tesbît kir 31 eskerên Tirk hatin kuştin.
ANF/BEHDÎNAN