Bi hezaran kes li ber navenda Saziya Malbatên Şehîdan a Efrînê kombûn.  Bi kerwanekî cenazeyê şervanê YPG’ê Hewar Zegros ber bi goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna ya Navçeya Şera ya Efrînê ve oxirkirin.
Kerwanê ku di nav bajêr re geriya di gundê Qîbarê û navenda Şehîd Mazlum re bi rêketin. Li ser rê welatiyan pêşwaziya kerwan kirin. Dema kerwan gihişte goristana Şehîd Refîq a gundê metîna, li vir merasîm hate lidarxistin. Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Endama Tevgera Civaka Demokratîk Îlham Ehmed axivî û diyar kir û got: “TEV-DEM dê qebûl neke ku gelê Kurd bibe koleyê rêjîmê Baas û ne ya komên çekdar ên ku li dijî nirxên me şer dikin û dixwazin şaristaniya me qirêjbikin. Emê li dijî Rêjîma Baas û komên çekdar şer bikin û eger şehîdekî me ket, dê 10 şervanên din têkevin dewsa wî.”
Di merasîmê de bavê şervanê YPG’ê Hewar Zagros jî axivî û  got: “Hewar ne şehîdê yekeme yê li ser riya azadiyê ye û wê ne yê dawî be.”
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan axaftinek hate kirin. Di dawiya axaftinê de begenameyê şervanê YPG’ê Hewar Zagors hate xwendin. Piştî merasîmê cenazeyê şervanê YPG’ê Hewar Zagros di goristana Şehîd Refîq de hate defin kirin. Şervanê YPG’ê Silêman Şêx Mihemed binasnav Hewar Zagors, ji niştecihê Efrînê ye.

ANHA/EFRÎN