Hewarek li keviya dojehê
Koma Şanoyê ya Mukriyan û Koma Hizir û Huner ya Biryar li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê şanoya ‘Hawarek le kenarî Dozexewe (Hewarek li keviya dojehê)’ ya li ser jiyana niha ya ciwanan û civakê bû, hate pêşkêşkirin.
Li navçeya Seyidsadiq a Silêmaniyê Koma Şanoyê ya Mukriyan û Koma Hizir û Huner a Biryar pêr êvarê, şanoya ‘Hawarek le kenarî Dozexewe’ pêşkêş kir. Şanoyê seat û nîvê dewam kir.
Di şanoya 5 kesî de behsa jiyana beşên cuda yên civaka Başûrê Kurdistanê hat kirin. Li gorî şanoyê her dema ku jiyana welatiyan hinekî baş û xweş bûye, dîsan ji ber şerên cuda dawî li wê xweşiyê hatiye.
Li gorî şanoyê ji ber sedemê şerên yek li pey yekê, timî ciwanan weke dojehê temaşeyî welêt kirine. Ji ber vê jî navê şanoya xwe kirine ‘Hawarek li keviya dojehê’. n ROJNEWS/SILÊMANÎ