Hewl bide beşdarî xebatan bibe
Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, vê carê jî li ser Whatsappê peyama bi deng şand û bang li dengdêran kir. Demîrtaş, banga “bila her kes tenê hewl bide beşdarî xebatên hilbijartinê bibe” kir. Namzetê Serokkomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş, ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, hevdîtina telefonê ya vê hefteyê bi malbata xwe re kir. Demirtaş, beşeke axaftina xwe ji bo amûra telefonên destan Whatsappê veqetand û bi peyama deng, bang li hilbijêran kir.
Peyama bi deng a Whatsappê ya Demirtaş wiha ye: “Bila dilê her kesî rehet be. Em li vê derê pirr bi moral, sihetxweş in û li xwe baş miqate ne. Agahiyên derve, me pirr kêfxweş dikin û coşa me mezin dikin. Her nûçeyeke ji derve ji me re tê û her nûçeyeke kêfxweşiyê, moral dide me. Siheta me, siheta gelê me ye. Bila dilê her kesî rehet be. Bila her kes tenê hewl bide ku beşdarî xebatên hilbijartinê bibe.” MA/AMED