Fermandara QSD’ê Zinarîn Kobanê ji bo êrişên dewleta Tirk ên li Kobanê û Girê Spî got, dewleta Tirk naxwaze aloziya Sûriyeyê çareser bibe û hewl dide temenê DAIŞ´ê dirêjtir bike.
Zinarîn Kobanê behsa civîna QSD’ê bi Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê re kir û got, “Piştî ku artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên Kobanê û Girê Spî êriş kirin, Komîteya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê tavilê bi rayedarên Koalîsyona Navneteweyî re civiya û bi wan re gotûbêj kir li ser rêbazên rawestandina van êrişan. Peywendiyên me bi koalîsyonê re girêdayî mijarê hê jî dewam dikin.”
Aloziyê dixwaze
Fermandar Zinarîn got, di vê civînê de biryar hatiye dayîn ku li ser sînor, QSD û hêzên koalîsyonê bi hev re dewriye bigerin û wiha peyivî: “QSD naxwaze mijarê aloztir bike û dijberiya xwe bi dewleta Tirk re zêde bike, lê mafê me yê xweparastinê jî timî heye li dijî wan êrişan. Armanc ji van êrişên dewleta Tirk ew e ku bipêşveçûna QSD’ê di şerê tinekirina terorê de asteng bike û Tirkiye naxwaze aloziya Sûriyeyê çareser bibe û dixwaze alîkariyê bi çeteyên DAIŞ’ê re bike.”
ANHA/KOBANÊ