Her wiha Meqdisî bi bîrxist ku pêwîste muxalefeta çekdar jî li gorî wan hewl bide ku hewldaneke aştiyane bi pêş bikeve.
Ev daxuyaniya Meqdisî piştî banga nûnerê Neteweyên Yekbûyî El Exder El Ibrahîmî hat ku bang li aliyên şer kiribû ku di rojên Cejna Qurbanê de agirbestek di navbera aliyên şerker de bê çêkirin. Her wiha ji niha ve hin aliyên muxalefetê dabûn xuyakirin ku ew van hewldanên Ibrahîmî qebûl nakin. Her wiha serokwezîrê Urdunê Abdulah Nesur derbarê nûçeyên hebûna hêzên biyanî ku dê destwerdana Sûriyeyê bikin red kir.
Li ser asta meydanî jî şer û pevçûnên dijwar di navbera Artêşa Azad û Artêşa Sûriyeyê de diqewimin. Li gorî nûçeyeke Ajansa Reuters bi dehan çekdarên ji şîayên Iraqê yên ji artêşa Mehdî û yekîneyên Hizbulahê û rêxistina Bedir a Îranê di nava Artêşa Sûriyeyê de şer dikin. Li gorî îdiaya vê nûçeyê yek ji şervanên artêşa amaehdî ji wan re gotiye ku wan yekîneyeke bi navê Ebû El fedil ava kiriye ku ji 500 iraqî û sûriyeyî pêk tê. Li gorî wî kesî ew li kêleka Artêşa Sûriyeyê şerê muxalefeta çekdar dikin û li gorî gotinê wî Sûriyê ji komên çekdar paqij dikin.
Her wiha li ser biçekirina muixalefeta çekdar ji alî hin welatên Kendavê ve jî Berdevkê wezareta kare derve ya Amerîkayê Viktorya Nuland metirsiyên xwe anî ziman. Nuland diyar kir ku divê ew çeken derbasî Sûriyeyê dibin nekevin deste rêxistinên îslamî ên radîkal. Bêguman li vir jî hemû metirsiya Amerîka û hin welatên din ên rojava ewlekariya Israîlê ye. Ew naxwazin ku çeken wiha bikevin deste çekdarên radîkal û ewlekariya Israîlê û sînorê wê bikeve nava talukeyê. 
Muxalîfên li Sûriyeyê hêzên xwe dikin yek. Muxalîfên ku ev 19 mehe li dijî rejîma Esad şer dikin, ji bo dawî li rejîma Esad bînin, hêzên xwe dikin yek. Tê gotin ku di hevgirtina hêzên lî Sûriyeyê de tiliya hêzên derve ji heye.  Li gorî çavkaniya ku Reuterê ji muxalîfan girtiye, di nav de rayedarên Artêşa Azad ya Sûriyeyê jî heyî bi dehan muxalîfên Sûriyeyê dê roja yekşemê bên gel hev. Serokên yekîneyên muxalîfan, dê yekitiya leşkerî mezin bikin û dê di binê serokatiyekî de bigihînin hev. Muxalîfên ku dixwazin yekîneyên xwe di binê sîwanekî de bigihînin hev, çekên giran dixwazin. Ji bo vê jî li derve piştgiriyê hêvî dikin. Çavkaniyên muxalifan: “Em gihîştîn encamekî, tenê maye em îmzeyê bavêjnê.” Li gorî agahiyan, piştgirên derve ji muxalîfan re ev gang kiriye: “Pêdîviya me bi aliyên ewle û rast re heye. Êdî werin gel hev û yekitiya xwe bikin yek ku em jî alîkariyê çekan bidin we.”

Şertê agirbestê 

Di vê navberê de Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê destnîşan kir ku heke rejîm jî qebul bike, ew ê jî piştgiriyê bidin agirbestê. Serokê Konseya Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) Abdulbasît Seyda bang li Berdevkê Taybet yê Sûriyeyê ê Yekitiya Ereb û NY’yê El-Ahdar el-Îbrahîmî kir ku heke ew cidî nêzê agirbestê bibin, ew ê jî bi erênî nêzê agribestê bibin. Îbrahîmî di dema sersêdana xwe ya li Qatarê de, bangkiribû ku divê di Eyda Qurbanê de li Sûriyeyê ağabeyrbestek bê îlankirin. Jejîma Sûriyeyê jî diyarkiribû ku ewê agirbestê li ber çavan re derbas bikin. 

ŞAM